Çalakgerên greva birçîbûnê li ber Parlamenta Swêdê civiyan
Kurdistaniyên ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Stockholmê di greva birçîbûnê de ne, doh li ber Parlamenta Swêdê çalakî pêk anîn.
Kurdistaniyên ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Stockholmê di greva birçîbûnê de ne, doh li ber Parlamenta Swêdê çalakî pêk anîn.
Çalakgerên ku pankartên bi nivîsên li dijî tecrîdê hildan û tîşortên bi nivîsa 'grevên birçîbûnê' li xwe kirin, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan ji Parlamenta Swêdê xwestin ku bikeve nava liv û tevgerê.
Çalakgeran li ser armanca çalakiya xwe gelek belavok belav kirin.
Ji rêveberên rêxistina bi navê "Em êdî nikarin xwe rabigirin" ku ji bo penaberan dixebite Eva Marta Granqvist serdana çalakgeran kir û diyar kir ku ew piştgiriyê didin gelê Kurd.
Granqvist ji ANF'ê re axivî û got, ew bi mirovên ji bo mafên mirovan, jiyaneke ewle têdikoşin re ne.
Kurdistaniyan jî destnîşan kirin, ew bi biryar in ku heta tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe çalakiya xwe bidomînin.
Rezgar Haidar ku ji bajarê Gavleyê tevlî greva birçîbûnê bûye, berxwedana Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê yên li zindanan silav kir.
Ji çalakgeran Makbûle Çolak jî xwest tecrîd bi dawî bibe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan karibe parêzer û malbata xwe bibîne.