Çalakgerê ku parêzvanên Barzanî êrîşî wî kirin, gilî kir

Şaxewan Taha ku bi daxwaza ronîkirina mirina bi guman a xwişka xwe li ber Qesra Spî çalakî kir, di dema civîna Serokê Rêveberiya Başûr Mesrûr Barzanî de ya li Washîngtonê êrîş lê hate kirin. Şaxewan Taha giliyê êrîşkaran kir.

Şaxewan Taha mirina bi guman a xwişka xwe Cîhan Taha ku mamoste û dayika 2 zarokan bû û li Hewlêrê mir, li ber Qesra Spî şermezar kir. Lê belê Şaxewan Taha di dema civîna Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî de ya li Washîngtonê rastî êrîşê hat. Şaxewan Taha diyar kir ku wî giliyê êrîşkaran kiriye.

Cîhan Taha piştî ku desthilatdariya Başûrê Kurdistanê rexne kir, di 26'ê Cotmeha 2023'an de li gundê Hevinga yê Hewlêrê wesayita wê wergeriya, şewitî û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Cîhan Taha çend saet beriya bûyerê li medya dîjîtal peyameke 'Rêya min ber bi mirinê ve ye, mirin bang li min dike' parve kiribû ku vê peyamê fikarên li ser mirina Cîhan Taha zêde kir.

Rayedaran îdîa kirin ku delîl nîne û bûyer nixumandin. Malbata Cîhan Tala jî diyar kiribû ku eger hikumeta herêmê têkildarî bûyerê daxuyaniyê nede, ji bo ronîkirina bûyerê ew ê mijarê bixin rojeva raya giştî ya navneteweyî. Xwişka Cîhan Taha Ceylan Taha ji Rojnewsê re axivî û anî ziman ku ti delîl pêşkêşî wan nehatiye kirin ku nîşan bide bûyer qeza ye û got, "Em weke malbat bi guman in ku xwişka me hatiye kuştin. Rayedar bi gotina 'xwe kuştiye' hewl dide bûyerê binixumînin. Em bi guman in ku di bûyerê de tiliya hin rayedarên hikumetê heye."

Ji ber ku bersiv ji daxwazên malbatê re nehate dayin, xizmên Cîhan Taha yên li Emerîkayê bi sersalê re li ber Qesra Spî dest bi çalakiyê kirin. Xizmên Cîhan Taha di çalakiyê de tevî wêneyên Cîhan Taha her wiha wêneyên Şêrwan Şêrwanî yê li zindanên PDK'ê dîl girtî ye û rojnamevan Serdeşt Osman ê hate qetilkirin, hildan. Ji malbata Cîhan Taha Şaxewan Taha di 29'ê Sibatê de dema ku Mesrûr Barzanî û şandeyekê serdana Emerîkayê kir, xwest şermezar bike, lê belê rastî êrîşa parêzvanan hat.

Şaxewan Taha anî ziman ku ji bo li ser mijara mirina bi guman a xwişka xwe Cîhan Taha pirsê bipirse hatiye Washîngtonê, lê belê rastî êrîşê hatiye û wî giliyê êrîşkaran kiriye.