'9’ê Cotmehê li gelek navendan hat şermezarkirin
'9’ê Cotmehê li gelek navendan hat şermezarkirin
'9’ê Cotmehê li gelek navendan hat şermezarkirin
9'ê Cotmehê Roja Derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê li gelek navendan hat şermezarkirin. Li ser navê hemû girtiyên siyasî yên ji doza KCK'ê tên darizandin jî Endamê BDP'ê Mehmet Beyazit, diyar kir ku hemû girtiyên siyasî piştgiriyê didin pêvajoya ku Rêberê gelê Kurd Ocalan û wiha got: "Em 15'emîn salvegera komploya 9'ê Cotmehê şermezar dikin."
5'emîn Civîna 7'emîn rûniştina doza KCK'ê ya 94 jê girtî 205 siyasetmedarên kurd ên li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewam dike. Rûniştina dozê ku li Girtîgeha Înfaza Ceza ya Silivrî tê dîtin, bi tevlêbûna 75 girtiyan berdewam kir. Dîsa tenê 3 siyasetmedarên serbet beşdarî rûniştinê bûn. Rûniştinê piştî xwendina nasnameyan bi xwendina delîlên der barê endamê BDP'ê yê Stenbolê Mehmet Beyazit berdewam kir. Beyazit, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî hat girtin û wiha got: "Di 9'ê Cotmeha 1998'an de Serokê Giştî yê KCK'ê Birêz Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî dîl hat girtin. Hêzên serdest ên cîhanê bi boneya gelê kurd û tirk bîne hemberî hev û şerê navxweşî pêş bixe Birêz Ocalan ji Sûriyê derxistin û piştre radestî Tirkiyeyê kirin. Birêz Ocalan ji ber israra xwe ya di aştiyê de ev komplo vala kir. Li gel 15 sal derbas bû hêj Birêz Ocalan di aştiyê de israr dike. Em weki siyasetmedarên kurd piştgiriyê didin pêvajoya ku Ocalan daye destpêkirin. Em 15'emin salvegera 9'ê Cotmehê komployê şermezar dikin."
Beyazit, anî ziman ku ew jî dê wekî hemû partiyên din li 3 herêmên Stenbolê xebatên hilbijartinê bimeşîne û tenê xwe li herêmekê bi sînor nakin.
Heyet rûniştina dozê bi xwendina îdîayên der barê Beyazit de dewam dike.
CIZÎR
Li gelek taxên Cizîrê ya Şirnexê bi boneya salvegera 9'ê Cotmehê Roja Derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyê şermezar bikin, bi sedan ciwanan çalakî pêk anîn. Ciwanên ku li nava taxan kom bûn, rûyên xwe girtin û li nava kolanan, malzemeyên înşaetan kom kirin û li ser rê barîkat danîn. Ciwanan di çalakiyê de rêya Hezex, Nisêbîn û Yafesê li trafîkê girtin û çalakî pêk anîn. Ciwanan li gelek taxan agir pêxist û bi saetan rê li trafîkê girtin. Piştî ciwanan rê girtin û nasname kontrol kirin polîs bi maşineyên zirxî hatin cihê bûyerê. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şit mudaxaleyî ciwanan kir û bûyer derket. Ciwanên ku bi kevir û molotofan bersiv da polisan heta derengê şevê bi polîsan re şer kirin. Ji ber ku polîsan ketober bê sînor bombeyên gazê bikar anî, kolan û taxên navçeyê vegeriyan qada şer û ewrên gazê bilind bûn. Tîmên taybet jî piştgirî da polîsan.
ERXENÎ
Rêxistina BDP'e ya Erxenî jî bi heman armancê li pêş Komeleya Welatiyên Azad kom bûn û heta avahiya BDP'ê ya Erxeniyê meşa meşaleyî pêk anîn. Bi sedan endam û rêveberên BDP'ê tev li meşê bûn. Girsê di meşê de bê navber siloganên "Bijî serok Apo", "Bê serok jiyan na be", "Zext me bêzar nake" û "Destê dirêjî Ocalan dibin bila bişkên" gotin. Girseya ku heta avahiya BDP'ê meşiya li vir daxuyanî da. Li ser navê girsê Serokê BDP'a Erxenî Cavidan Yaman, daxuyanî da û 15'emîn salvegera 9'ê Cotmehê şermezar kir. Yaman, ji her kesî xwest 9'ê Cotmehê şermezar bikin û têkoşîna xwe bilind bikin.
AMED
Li navçeya Rezan a Amedê jî Rêxistina BDP'ê ya Amedê bi heman armancê li Dortloyê daxuyanî da çapemeniyê û belavok belav kirin. Li ser navê Rêxistina BDP'ê ya Amedê Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, 9'ê Cotmehê şermezar kir. Zumrut, bang li her kesî kir û xwest her kes di 9'ê Cotmehê saet di 16.00'an de da tev li Meşa Dortyola Rezan a heta Parka Koşuyolu bibin. Piştî daxuyaniyê belavok hatin belavkirin.
Li aliyê din stanta kampanya îmzeyan a ji bo girtiyên nexweş berdewam dike.
ÇINAR
Rêxistina BDP'ê ya Çinarê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê ya Çinarê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de rêveberên BDP'ê û welatî amade bûn. Nûnerên MEYA-DER, TUHAY-DER, KURDİ-DER, endamên meclisa şaredariyê jî piştgirî dan çalakiyê. Li ser navê BDP'ê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Çinarê Rahmi Ozmen daxuyanî da û 9'ê Cotmehê şermezar kir.
WAN
Rêxistina BDP'ê ya Wanê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê ya Wanê daxuyanî da. Endam û rêveberên BDP, TUYAD-DER, HDP û gelek saziyên sivîl ên civakî jî tev li çlakiyê bûn. Li ser nave komê Serokê TUYAD-DER'ê Ahmet Aygun, 9'e Cotmehê şermezar kir. Hevserokê BDP'a Wanê Musa Îtah jî 9'ê Cotmehê şermezar kir û bang li her kesî kir ku tev li meşa 9'ê Cotmehê bibin kir. Îtah wiha got: "Dê sibê saet di 16.00’an li Parka Musa Anter çalakiyek giresyî pêk bê. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku tev li vê daxuyaniyê bibin."
Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ya Wanê jî bi heman armancê li avahiya HDP'ê ya Wanê daxuyanî da û 9'ê Cotmehê şermezar kir.
ÇARDÊRAN
Rêxistina BDP'ê ya Çardêranê jî bi heman armancê li avahiya xew daxuyanî da çapemeniyê. Serokê BDP'a Çardêranê Abbas Atsak, jî 9'ê Cotmehê şermezar kir û xwest her kes piştgiriyê bidin Ocalan.
BÊGIRÊ
Rêxistina BDP'ê ya Bêgirê jî bi heman armancê ji avahiya BDP'ê heta kuleya saetê meş pê anîn. Komê di kolana Cumhuriyetê de bê navber siloganên “Bijî Serok Apo” got û piştre daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê BDP'a Bêgirê Vahap Arslan, daxuyanî da û 9'ê Cotmehê şermezar kir.
QELQELÎ
Rêxistina BDP'ê ya Qelqeliya Wanê jî bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê daxuyanî da. Komê pankarta "Em 9'ê Cotmehê şermezar dikin vekir û li ser navê komê Serokê BDP'ê Şahabettin Hukerek, daxuyanî da. Kome piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anîn û belav bûn.
PAYIZAVA
Rêxistina BDP'ê ya Payizava jî li ber konaxa hikûmetê kom bûn û 9'ê Cotmenê şermezar kirin. Rêveberê BDP'ê yê Payizava Bahattin Yavuz, daxuyanîda û 9'ê Cotmehê şermezar kir.
RIHA
Rêxistina BDP'êya Rihayê jî bi heman armancê bi tevlêbûna hezaran kesên di navde Parlamenterê BDP'ê yê Rihayê Îbrahim Binici û rêveberên BDP'ê û rêveberên BDP'ê yên navçeyên Xalfetî, Pirsûs, Wêranşar, Serêkaniyê Elîgor, Gogan û Sêweregê jî hene meş pêk anîn. Girsê di çalakiyê de pankartên "Ji Rêber Apo re azadî" û "Bersîva komployê azadiya Rêberê me ye" vekirin. Girsê bê navber siloganên "Bijî serok Apo", "Bi can bixwîn em terane ey serok", "PKK gel e, gel li vir e" berz kir. Girseya li ber avahiya BDP'ê kom bû heta Kargeriya Karakoyunê meş pêk anî û li vir daxuyanî da. Li ser navê girsê Hevserokê BDP'ê yê Rihayê Halit Yıldıztekin, daxuyanî da û 9'ê Cotmehê şermezar kir.