88 roj in di grevê de ye: Serketin bi berxwedana civakî dibe

Sema Mazlûm ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê di greva birçîbûnê de ye got, "Têkoşîna me civakîbûnê ferz dike. Yekane tişta ku dawî li rewşa heyî bîne û serketinê misoger bike, berxwedana civakî ye."

Sema Mazlûm lku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê ji 16'ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê ya bêdorveger de ye, roja 25'ê Sibatê nameyek nivîsî û qala biryardariya xwe kir.

Sema Mazlûm bal kişand ser têkoşeriya gelê Kurd û got, "Kes nikare bêje ku gelê Kurd fedakar nîne. Eger welê bûya, Leyla Guven, Ûgûr Şakar û hevrêyên mîna wan wê berxwedan, îradeyeke bi vî rengî karîbûna nîşan bida? Kes nikare bêje ku kadro û milîtanên vê tevgerê fedayî nîne, bi azadiya gel û bindestan re dilsoz nînin. Eger bi wî rengî bûya, ewqas mirovan bedena xwe dikarîbûn bidan ber birçîbûnê? Wê demê, ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi hevgirtinê û birêxistinina hêza xwe heye."

PÊWÎSTÎ BI HÎN BÊHTIR CIVAKÎBÛNA BERXWEDANÊ HEYE

Sema Mazlûm destnîşan kir ku têkoşîn ji her demê bêhtir civakîbûnê ferz dike û wiha dewam kir: "Di serî de malbatên me divê ti mirovekî me nebêje ku berxwedan bêyî wan wê bi ser bikeve. Bila kes nebêje, 'ez ê li mala xwe rûnêm, ji xwe mirovên derkevin kolanan, ên biçin ber deriyê zindanan, li ber deriyê meclîsê rûnên hene. Bi vî rengî wê çalakî biçe serî'. Haya me jê heye ku pêvajo gelekî giran e. 'Plana Têkbirinê' ya li ser Kurdan hate ferzkirin di meriyetê de ye. Desthilatdariya AKP-MHP'ê bêhn li civakê çikandiye... Di serî de CPT û DMME sazî û dewletên navneteweyî ji ber tirsa ji alternatîfa jiyana azad a gelan, li gel polîtîkayên wan cih digirin. Ji ber vê yekê 20 sal in dengê xwe li hemberî tecrîdê dernaxînin, tevî ku bi dehan hezar kesî bedena xwe dane ber birçîbûnê û grevên birçîbûnê 100 roj li pey xwe hiştine jî bêdeng in. Ya ku dawî li vê rewşê bîne û serketinê misoger bike, berxwedana civakî ye."

'EM BI BIRYAR IN'

Di dawiya nameya xwe de got, "Em dixwazin bêjin ku di berxwedana xwe de em bi biryar in û ji daxwaza azadiyê ya gelan, îradeya bindestan, hêza veguherînê ya berxwedana civakî piştrast in. Mirin an jî jiyan di destê me de ye. Silav û hurmetên xwe pêşkêşî hevrêyan hemûyan û gele me yê berxwedêr dikim."