83 parlementerên Iraqê ji Ocalan re azadî xwestin
83 parlementerên Iraqê ji Ocalan re azadî xwestin
83 parlementerên Iraqê ji Ocalan re azadî xwestin
Kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ ya di qada navneteweyî de bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin berdewam dike. Li Iraqê 83 parlemenên ji partiyên cuda ji bo azadiya Ocalan îmzeyên xwe pêşkêşî serokê parlementoyê kirin.
Kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ ya ji aliyê Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Ji Ocalan re Azadî ve di îlona 2012 de li Bruksel ji aliyê kesayetên navneteweyî ve hate destpêkirin, berdewam dike. Di vê çarçoveyê de 83 parlementerên Kurd, Ereb, Xristiyan ên ji partî û fraksiyonên cûda daxwaza azadiya Ocalan kirin.
83 PARLEMENTERÊN IRAQÊ AZADÎ JI OCALAN RE XWESTIN
Li Iraqê 83 parlemenên ji partiyên cuda ji bo azadiya Ocalan îmzeyên xwe pêşkêşî serokê parlemenê kirin. Kampanyaya îmzeyan a li Parlemena Iraqê di pêşengiya Fraksiyona tevgera Goran de pêk hat. Ji bo Azadiya Ocalan 83 parlementeran îmze avêtin metna ku têde azadiya Ocalan tê xwestin. Di metnê de azadiya Ocalan weke sedema çareseriya aştiyane tê nirxandin.
Serokê Fraksiyona Goran a li Parlemena Iraqê Serdar Abdullah derbarê mijarê de axivî û diyar kir, ku di nava parlemenên îmze dane de kesên Kurd, Ereb, Xiristiyan, Sunnî, Şîa, Êzidî û Sabîe hene.
Abdullah diyar kir ku wan bi merasîmek fermî ev îmze radestî serokê parlementoyê kirine û xwestine ku ji rêveberên dewleta Tirk, yên Yekitiya Ewropa û Yekitiya Ereban re were şandin.
Serdar Abdullah got, parlementerên ku îmze dane dixwazin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi Ocalan re muzakere werin kirin û azadiya Ocalan wê derî li çareseriyê veke.