8 kesên li Hatayê hatin binçavkirin veguhestin edliyeyê
8 kesên li Hatayê hatin binçavkirin veguhestin edliyeyê
8 kesên li Hatayê hatin binçavkirin veguhestin edliyeyê
8 endamên Baske Gel ên duh li Hatayê di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin, veguhestin Edliyeya Edeneyê
Duh bi fermana Dozgeriya Komarê ya Edeneyê bi hinceta ku tevlî çalakiyên Parka Gezî bûne, polîs û cendirmeyan di ser gelek malan de girtin û 8 kesên hatin gotin endamên Baskê Gelin hatibûn binçavkirin. 8 kesên hatin binçavkirin, karûbarê wan ê li Midûriyeta Polîsan ya Hatayê bidawî bûn. Piştî karûbarê wan xilas bû, di demjimêrên sibehê de anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Antakyayê û piştî gûmanbar di bin kontrolê re hatin derbaz kirin, ji bo îfadeyê bidin ji Hatayê anîn Edliyeya Edeneyê.