8 kes li Hatayê hatin binçavkirin

8 kes li Hatayê hatin binçavkirin

Li Hatayê di demjimêrên serê sibê de polîsan avêtin ser gelek malan û di encama operasyonê de 8 endamên Eniya Gel hatin binçavkirin.

Di demjimêrên serê sibê de gekek polîsên Şaxa TEM’ê yên girêdayî Midûriyeta Polîsan a Hatayê avêtin ser gelek malan. Piştî operasyona ser malan û lêgerînê de 8 endamên Eniya Gel hatin binçavkirin. Ne hat hînbûn ku 8 kes ji ber çi sedeman hatine binçavkirin û hate hîn bûn ku ev 8 kes li Midûriyeta Polîsan ya Hatayê tên girtin.

Hate diyar kirin ku, di çarçoveya operayonê de dibe ku hejmara binçavkirinan zêde be.