8 ESP’yiyên din jî hatin girtin
8 ESP’yiyên din jî hatin girtin
8 ESP’yiyên din jî hatin girtin
Di operasyonên li hemberî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) de ji 22 kesên hatin binçavkirin 8 kesên din jî hatin girtin.
Li Sancaktepe û Sultangazî ya Stenbolê di operasyona li hemberî Partiya Sosyalîst a Bindestan de piştî ji 22 kesên hatin binçavkirin 6 kes hatin girtin, ji wan 10 kesên din jî ji Midûriyeta Polîsan anîn Edliyeya Gazîosmanpaşa.
Ji wan kesên ku dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar kir, Huseyîn Şahîn, Metîn Kurekçî, Cuneyt Polat, Zeynel Yildiz, Murat Agit, Sercan Gonultaş, Omer Urper û Huseyîn Gultepe hatin girtin. 2 kes jî serbest hatin berdan.