7 zarok hatin sirgûnkirin

7 zarok hatin sirgûnkirin

7 zarokên li girtîgeha Tîpa M ya Wanê diman, bêyî ku agahî bidin malbatan sirgûnî Girtîgeha Mîdyadê hatin kirin.

7 zarokên li Girtîgeha Tîpa M ya Wanê diman bêyî agahiyê bidin malbatên wan hatin sirgûnkirin. Zarokên bi navê M.A, A.K, Î.T, H.D, F.A, Ş.A û M.Y.G ku di bûyerên 6-8’ê Cotmehê de hatin girtin, duh bêyî ku agahiyê bidin malbatên wan sirgûnî girtîgeha Mîdyadê hatin kirin.  

Malbatan diyar kirin ku ji bo hevdîtinê çûbûn girtîgehê lê li wir hîn bûne ku zarokên wan sirgûnî Girtîgeha Mîdyadê hatine kirin. Rêveberiya girtîgehê jî hinceta ‘kapasîteya girtîgehê hejmarê raneke’ nîşan da û got ku ji ber vê yekê, şandine Mîdyadê. Hefteya buhrî jî bi heman hincetê 8 zarok sewqî Girtîgeha Sîncan a Enqereyê hatibûn kirin.