7 xwedekarên Kurd hatin girtin
7 xwendekarên Kurd ên DTCF’ê yên ku 29’ê Cotmehê hatibûn binçavkirin ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
7 xwendekarên Kurd ên DTCF’ê yên ku 29’ê Cotmehê hatibûn binçavkirin ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Ji xwendekarên Fakulteya Erdnîgarî û Zimanê Dîrokê ya Zanîngeha Enqerê Kubra Kiliç, Hayrettîn Aslan, Macît Arslan, Bahhrî Kûsûr, Hakan Demîr, Enes Karakûş û Mehemt Emîn Akin ên ku 29’ê Cotmehê di serdegirtina malan a ji aliyê polîsên TEM’ê ve hatibûn binçavkirin hatin girtin.
Xwendekarên ku bi sûcê “Endamên rêxistina terorê” û beşdarî aktivîteya Newroza sala 2015’an a ku li fakûlteyê hate lidarxitin bûne, 3’yê Mijdarê derketibûn pêşberî dozgeriyê. Serdoxgerê Komra Enqerê, biryar dabû ku heta 24’ê Mijdarê di bin çavan de bimînin. Xwendekarên ku îro derketin pêşberî dadgehê, dadgeran biryara girtinê da û hatin girtin.