7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Halfelî Safa birîn

Di rûniştina îro ya doza Hevşaredarê Halfelî ya Îdirê Hasan Safa ê li şûna wî qeyûm hate danîn de 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Rûniştina yekem a Hevşaredarê Halfelî Hasan Safa yê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îdirê ve 23’yê Adarê hatibû destgîrkirin û 27’ê Adarê ji aliyê dadgehê ve bi îdîaya ‘endamtiya rêxisitnê’ û ‘propagandakirina rêxistinê’ hatibû girtin û li şûna wî qeyûm hate danîn li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îdirê pêk hat. Safa li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê bi rêya Sîstema Yekbûyî ya Deng û Reng (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bû û parêzer jî amade bûn.

Rûniştina ku bi kontrolkirina nasnameyê destpê kir, Safa ê ji sûcê ‘propagandakirina rêxistinê’ hate berdan, daxwaza ji sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ bê berdan kir.

Dozgerê Komarêji mutalayê bi sûcê ‘endamtiya rêxistina bi çek’ daxwaza 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê kir. Heyeta dadgehê ya mutalaya dozger erê kir, 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Safa birî.