Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

7 sal û 6 meh ceza li Endama Damezirîner a Komeleya Jinan a Rosayê birîn

Li Endama Damezirîner a Komeleya Jinan a Rosayê Narîn Gezgor 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

Endama Damezirîner a Komeleya Jinan a Rosayê Narîn Gezgor di 8’ê Hezîrana 2020’an di çarçoveya lêpirsîna derheqê komeleyê de hatibû destgîrkirin, piştre hate girtin û piştre hatibû berdan. Gezgor, bi awayekî negirtî û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin. Di 11’ê mijdara 2020’an de dadgehê 7 sal û 6 meh cezayê hefsê da. Dadgeha Îstînafê jî bi sedema “lêkolîn kêm hatiye kirin” biryar betal kiribû. Li ser vê yekê Gezgor dîsa hate darizandin û danişîna wê li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Gezgor tev li danişînê nebû lê parêzerên wê Elîf Tîrenç Îpek Ulaş û Semra Balyan amade bûn. 

Dozger, mutalaaya xwe pêşkeş kir. Di mutalaayê de cih da daxuyaniyên Gezgor tev li bûye, hevpeyvînên bi boneya damezirandina komeleyê hatine dayîn û îfadeyên şahidên nepen. Dozger, Gezgor bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tawanbar kir û xwest were girtin. 

Parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ulaş li dijî mutalaayê parastin kir û bi bîr xist ku dosya ji îstînafê vegeriyaye. Uaş, got ku şahid Fuat Yavuzer diyar kiriye ku miwekîla wê nas nake. Ulaş, got ku mutalaaya dozger mîna ya berê ye û ev tişt anî ziman: “Endamtiya Komeleya Jinan a Rosayê sûc nîne.” Ulaş, biryara mînak pêşkeşî şandeyê kir û xwest ji bo miwekîla wê biryara beraetê were dayîn û biryara kontrola edlî were rakirin.  Parêzer Semra Balyan jî daxwaza beraeta miwekîla xwe kir. 

Şandeya dadgehê jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” careke din 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da Gezgor.