7 sal û 6 meh ceza dan Hevşaredarê Serayê
Ji bo Hevşaredarê navçeya Seray Abdulkadîr Çalişkan ê ji aliyê AKP’ê ve hate xestpkirin 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate dayîn.
Ji bo Hevşaredarê navçeya Seray Abdulkadîr Çalişkan ê ji aliyê AKP’ê ve hate xestpkirin 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate dayîn.
Li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê danişîna biryaradayînê ya Hevşaredarê Seraya Wanê Abdulkadîr Çalişkan ku qeyûm li şûna wî hatibû wezîfedarkirin ku di 20'ê Adara 2017'an de hatibû destgîrkirin û bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin pêk hat.
Çalişkan û kesên pêre hatin girtin tevlî danişînê bûn. Çalişkan û kesên tevî wî hatin girtin parêziya xwe ya berê kiribûn dubare kirin.
Piştî wan parêzeran jî parêzî kir û xwestin muwekîlên wan bên berdan. Lê belê dadgehê bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh ceza li Çalişkan birî.
Her wiha dadgehê 4 sal û 2 meh li Baran Çalişkan, 3 sal û meh û 15 roj ceza li Ekrem Yucel, Fûlya Şen û Mehmet Dundar birî û di derbarê Mehmet Zakîr Denîz, Necla Ûmaz, Şadiye Ûçak, Yilmaz Şahîn û Zafer Keleş de jî biryara berdanê da.