7 karker ji ber gaza metanê jiyana xwe ji dest dan

7 karker ji ber gaza metanê jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Mîlasê ya Muglayê 7 karkerên di tesîsa parzinandinê de dixebitîn, ji ber gaza metanê jahrînî bûn û jiyana xwe ji dest dan. 

Li Bajaroka Gulluk ya Navçeya Milasê ya Muglayê 7 karkerên ku di îstasyona parzinandinê de dixebitîn ji ber gaza metanê jiyana xwe ji dest dan. Karerên ku ji bo bîra tije av bûye vala bikin û tesîsan tamîr bikin daketin bîrê, ji gaza metanê jahrînî bûn û jiyana xwe ji dest dan. Kesên jiyana xwe ji dest dan navê wan wiha ye: Mustafa Ozturk (39), Yuksel Kum (46), Ozcan Ozkan (51), Fîkret Ozdemir (37), Hasan Ozgur (43), Mevlut Ozbakır (48), Serkan Miral (27)