7’emîn Kongreya AvEG-Kon: Rêveberiya nû hate hilbijartin
Di rûniştina yekemîn ya kongreya 7. a AvEG-Konê de guhertina rêzikname û pêşniyarên biryaran hate nîqaşkirin.
Di rûniştina yekemîn ya kongreya 7. a AvEG-Konê de guhertina rêzikname û pêşniyarên biryaran hate nîqaşkirin.
Di kongreyê de ji bo hilbijartina hevserokatiyê sînora 2 dem hilbijartinê hate dayîn û biryara kampanya “Piştgiriya ji bo gelê Efrînê xurtir kirin’ hate girtin. Piştî gotûbêjan endamên konseyê û şopandinê hatin hilbijartin.
Konfederasyona Koçberan a Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) bi şiyara "Li dijî êrîşkarî, nîjadperestî û faşîzma emperyalîst xwedî li saziyên xwe derkeve, xwe bi rêxistin bike" li bajarê Frankfurtê yê Elmanyayê kongreya xwe ya 7’emîn li dar xist. Kongre di roja 2’ an didome.
Di rûniştina destpêkê ya roja duyemîn de rêzikname hate guhertin û li gorî vê yekê, Hevserokên AvEG-Konê herî zêde dikarin du serdeman bên hilbijartin.
Piştî nîqaşên li ser rêziknameyê, pêşnûme biryarên li ser karên siyasî yên heta kongreya 8'an bên kirin hatin pêşkêşkirin û nîqaşkirin.
Biryar hate dayin ku kampanya piştgiriya bi gelê Efrînê re bê xurtkirin û li dijî şer û dagirkeriyê kampanyayek ji bo koçberên li Ewropayê bê destpêkirin.
Piştî gotûbêjan endamên desteya konseyê û şopandinê hatin hilbijartin.
Ji bo konseyê 7 kes û ji bo desteya şopandinê ji 3 kes hatin hilbijartin.
Konsey wê rojên li pêşiya me li hev bicive, hevserok wê bên hilbijartin û ew ê erkdarî were kirin.