7 çeteyên DAIŞ’ê hatin berdan
AKP çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji ber komkujiyan girtibûn serbest berdide. 7 DAIŞ’îyên ku ji doza komkujiya Reîna hatibûn girtin hatin berdan.
AKP çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji ber komkujiyan girtibûn serbest berdide. 7 DAIŞ’îyên ku ji doza komkujiya Reîna hatibûn girtin hatin berdan.
Li Ortakoy a Stenbolê di êrîşa şeva sersalê ya li Reînayê de 39 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di rûniştina dozê de 7 girtiyên ji êrîşê berpirsyar dihate dîtin serbest hate berdan.
Duh bi tevlîbûna 44 girtiyên bersûc û 6 bersûçên ne girtî rûniştina doza qetlîama Reîna yê li salona 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate dîtin.
Di rûniştina dozê de daxwazên bersûc û parêzeran hate girtin û şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir. Şandeya Dadgehê ji bo bersûc C.Ç., M.J., S.B., A.T., M.K., K.K. ve M.M. biryara tedbîra kontrola edlî da û biryara tehleyiyê da.
Doza qetlîama Reînayê taloqî 26’ê Adara 2018’an hate kirin.
QETLÎAMA REÎNAYÊ
Di êrîşa şeva sersalê ya 2017’an de, a li cihê şahiyê ya bi navê Reîna ya li Ortakoy a Stenbolê de 39 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 70 kes jî birîndar bûbûn.
ÇETEYÊN DAIŞ’Ê DIXWAZIN LI TIRKIYEYÊ BÊNE DARIZANDIN
Çeteyên DAIŞ’ê yên ku piştî windakirina li Sûriyeyê û Iraqê vegeriyan welatên xwe dixwazin li Tirkiyeyê bêne darizandin. Çeteyê DAIŞ’ê yê Avûstûralyayî Neîl Chrîstopher Prakas jî daxwaz kirîbû ku ne li dadgehên welatê xwe, li Tirkiyeyê bê darizandin.