Endamên DAÎŞ'ê çima dixwazin li Tirkiyeyê bên darizandin?

Parlamentera HDP'yî Sîbel Yîgîtalp, pirsa 'Çeteyên DAÎŞ'ê çima dixwazin li Tirkiyeyê bên darizandin?' li hikumetê kir.

Parlamentera Amedê ya HDP'yî Sîbel Yîgîtalp pêşnûme pirseke nivîskî da Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul û daxwaza bersivê jê kir.

Yîgîtalp di pêşnûme pirsa xwe de got, "Neîl Chrîstopher Prakash ku li Awûstralyayê di lîsteya sûcdarên li wan tê gerîn de li rêza destpêkê ye û sala 2013'an ji bo tevlî DAÎŞ'ê bibe çû Sûriyeyê, 24'ê Cotmeha 2016'an dema ji Sûriyeyê dixwest bê Tirkiyeyê li Kîlîsê hatibû girtin. Prakash ku niha li girtîgeha Dîlokê ye, di gelek dîmen û kovarên rêxistina terorê de hat weşandin. Li ser daxwaza Awûstralyayê ya ji bo îadekirina vî kesî, li Dadgeha Cezayê Giran a Kîlîsê doz hate vekirin. Prakash bi rêya Sîstema Deng û Dîmen (SEGBÎS) ji girtîgeha Dîlokê îfadeya xwe da û got, 'ez dixwazim li Tirkiyeyê bêm darizandin'."

Di dewama pêşnûmeya xwe de parlamenter Sîbel Yîgîtalp bi bîr xist ku bersûcên DAÎŞ'ê yên li Amedê û Stenbolê komkujî kirin hatine berdan û ji wezîr Gul xwest bersiva van pirsan bide:

"Neîl Chrîstopher Prakash çima dixwaze li Tirkiyeyê were darizandin?

Berdana bersûcên piraniya dozên DAÎŞ'ê, gelo sedema wê yekê ye ku Neîl Chrîstopher Prakash dixwaze li Tirkiyeyê were darizandin?

Çend ji bersûcên biyanî yên di dozên DAÎŞ'ê de girtî û hikumxwarin ji bo li Tirkiyeyê werin darizandin serlêdan kirine?

Niha li dadgehên Tirkiyeyê çend bersûc bi îdîaya endametiya DAÎŞ'ê tên darizandin? Çend ji van bersûcan bi rengekî girtî, çend jê bi rengekî negirtî tên darizandin?

Li girtîgehên Tirkiyeyê niha çend endamên DAÎŞ'ê yên hikumxwar hene?

Heta niha çend kes bi hinceta endametiya DAÎŞ'ê hatin darizandin û çend ji van bersûcan hatin berdan?"