7 bajaran kongreyên xwe NCDK li dar xistin

Li gelek bajarên Ewropayê kongreyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hatin lidarxistin. Di kongreyan de berxwedana Efrînê hte silavkirin û ji bo Efrînê banga çalakiyan hate kirin.

Li gelek bajarên Ewropayê kongreyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hatin lidarxistin. Di kongreyan de berxwedana Efrînê hte silavkirin û ji bo Efrînê banga çalakiyan hate kirin.

OERLIKON: Li bajarê Oerlikon ê Kantona Zurichê ya Swîsreyê, Meclîsa Gela Barîn Kobanê hate ragihandin. Di kongreyê de ku bi beşdariya du sed delegeyî pêk hat, berxwedana Efrînê hate silavkirin. 10 komîsyon û 46 rêveberên meclîsê hatin hilbijartin. Zeynep Maniş û Derviş Evdê bûn hevserokên meclîsê. Beşdaran di dawiya kongreyê de ji bo Efrînê banga xwedîderketinê kirin.

RAPPERSWIL: Li herêma Rapperswil a kantona Zurichê, Komuna Şehîd Besê Tolhildan û Şehîd Bedran hate ragihandin. Tevî Hevserokê Dem-Kurd a Swîsreyê Metin Mintaş nêzî 100 delege tevli kongreyê bûn. Fadime Uçmak û Şeref Ozbek bûn hevserok û rêveberiya ji 28 kesan hate hilbijartin.

BREMERHAVEN: Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a bajarê Bremerhaven ê Elmanyayê kongreya xwe li dar xist. Di kongreyê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin û hate bibîrxistin ku ev êrîş bi çekên NATO'yê tê kirin. Delegeyan bang li Kurdên li Ewropayê kir ku şev û roj li ber xwe bidin. Kongre bi hilbijartina rêveberiya nû qediya.

BENSHEIM: Meclîsa Gel a li bajarê Bensheim ê Elmanyayê kongreya xw eya 5. li dar xist. Di kongreyê de ku bi sedan Kurdistanî tevlî bû, nûnerên PYD'ê jî amade bûn. Delegeyan berxwedana serdemê ya li Efrînê silav kirin. Di encama hilbijartinê de 8 komîsyon hatin diyarkirin û Edip Kaya û Ayne Yalçin jî bûn hevserokê meclîsê.

BONN: Kurdistaniyên li bajarê Bonn ê Elmanyayê dijîn, kongreya 7. a NCDK'ê li dar xistin. Di kongreyê de 1 komîsyon û meclîsa ji 51 kesî hatin hilbijartin. Ayda Ekmezkılıç û Salman Gedik bûn hevserokê meclîsê. Kongre diyarî berxwedana Efrînê hate kirin.

NURNBERG: Li bajarê Nurnberg ê eyaleta Bavyera ya Elmanyayê 9. kongreya asayî ya NCDK'ê pêk hat. Di kongreyê de hate ragihandin ku bi êrîşên li ser Efrînê re hewl tê dayin hemû destketiyên gelê Kurd ji holê werin rakirin. Di dawiya kongreyê de meclîsa ji 35 kesî hate hilbijartin û Welat Hassan û Aysa Karataş bûn hevserokê meclîsa gel a Nurnbergê.

STUTTGART: NCDK a li bajarê Stuttgartê ku komeleya destpêkê ya Kurdan a li Elmanyayê ye û sala 1983'an ava bû, kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de meclîsa ji 37 kesî û ji bo hevserokatiya wê jî Sebahat Koç û Garip Nurhak hatin hilbijartin.

BRIGHTON: Li bajarê Brighton ê Îngilîstanê, NCDK a Sussexê kongreya xwe ya 7. li dar xist. Di kongreyê de berxwedana Efrînê hate silavkirin û bang hate kirin ku bi ruhê seferberiyê xwedî li Efrînê bê derketin. Di dawiya kongreyê de Songül Özgür û Adar Turgut ji bo hevserokatiya NCDK'ê hatin hilbijartin.