65’emîn Fuara Pirtûkan a Frankfurtê bi dawî bû

65’emîn Fuara Pirtûkan a Frankfurtê bi dawî bû

65’emîn Fuara Pirtûkan a Frankfurtê ya Navnetewî bi dawî bû. Nîqaşên wekê ‘Dewra kaxizê li du ma’ hatin kirin û li dijî van nîqaşan  di fuarê de eleqeya ji bo ‘dîjîtalê’ kêm bû.

Ji 10 welatan 7 hezar û 300 weşanxane û bi mîlyonan pirtûk di fuarê de hatin pêşkêşkirin. Bi gitşî 9 hezar rojnamegerî akredîtasyon kirin.  Fuara ku 500 nivîskar bi xwendevanên xwe re hatin cem hev, bi giştî 3 hezar û 500 bername pêk hatbin.

Di fuara ku çar rojan berdewam kir ku de welatê mîvan Brezîlya bû. Welatê Başûrê Efrîkayê di  bisedan metrekareyî de 260 pirtûkên nû li cîhanê da nasîn.

Brezîlya di bin sernavê ‘Welatekî bi dengan tije’ bû mîvan. Lê nivîskarê herî navdar Paulo Coelho yê Brezîlayayê da zanîn ku ji ber ku di navbara nivîskaran de bi alîgirî tevdigerin tevli fuarê  nebûn.

Her çiqas nivîskarê navdar tevli nebe jî pirtûkên wî li dehan standî, panoyên reklaman cihê xwe girt.  Brezîlyayê dîsa wêjeya xwe bi wî da nasîn û berhemên Coelho di nava mîvanên herî girîng de bûn.

Li gorî salên borî îsal tevlibûna fuarê kêm bû û îsal ya balkêş ev bû ku pirtûkên dîgîtal mohra xwe li dan.  Di vê serdema ku nîqaşên wekê gelo dê dema kaxizan biqede de, dîsa kaxiz derket pêş.

Wek her sal îsal jî ligel barana zêde konên fuarê rastî eleqeyeke gelek mezin hatin. Di standa Tirkiyeyê de jî pir zêde reklam hebû lê, ji wêje û bernameyên pirtûkan bêparbûn. Îsal di standa Tirkiyeyê de tu nivîskar bi xwendevanên xwe re nehat cem hev. Bi taybet pirtûkên îslamî û motîfên wan li pêş bûn.

 Serokê Yekitiya Weşanxaneyên Tirkiyeyê Metîn Celal Zeynîoglu, der barê weşanên sala 2012’an Tirkiyeyê de pêşendanek kir û got bi 2864 pirtûkên olî di rêza yekemîn de ye û tabloya fuarê jî bi vî awayî derxist pêş.

DI FUARÊ DE RENGÊ KURDAN

Kurdan jî bi 5 standên cuda cihê xwe girt. Mala Weşanxaneya Mezopotamyayê, Wezareta Çanda herêma Kurdistana Başur, Weşanxaneyên Bedirxan, Navenda Çanda Hewlêr û Wusha Companya Kurdistan stand vekirin û wêjeya kurdî bi Frankfurtê da nasîn.  Stansên kurdan rastî eleqeyeke mezin hat û çar rojan  bi pirtûkên kurdî, îngîlîzî, almanî,erebî, tirkî çanda kurd hat nasîn. Di standan de ya weşanxaneya Mezopotamyayê de û standên Başurê Kurdistanê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan yê bi kurdî, soranî û tirkî balkişand. Di standên kurdan de panel û semîner pêk hatin û ligel van çareseriya pirsgiarêk akurd ya li Rojhilatê Navîn û komkujiyên li ser gelê kurd hatin nîqaşkirin.  Rojevên sereke jî bê guman geşedanên Rojava bû.