600 hezar karker li Rojhilata Navîn bizorê tên xebitandin
600 hezar karker li Rojhilata Navîn bizorê tên xebitandin
600 hezar karker li Rojhilata Navîn bizorê tên xebitandin
Rapora ku ji aliyê Rêxistina Xebatê ya Navnetewî (ÎLO) ve hatî weşandin, hate diyarkirin ku tê texmîn kirin li Rojhilata Navîn hêjmara karkerên bizorê tên xebitandin 600 hezare.
Rapora 150 rûpel ya ÎLO ya têkildarî “Li Rojhilata Navîn trafîka mirovan” hatî weşandin, di encama hevdîtinê bi 650 kesan yên du salan li Urdun, Lubnan, Kuwêt û Komkara Ereban de hate nivîsandin. ÎLO saziyekî girêdayî NY’yê ye, di civîna du rojan ya li Ammanê rapor aşkera kir.
Di rapora ku tê de hate gotin ku, “Her çendî ku kêm dane hebin jî, ÎLO texmîn dike ku li Rojhilata Navîn 600 hezar karker bizorê tên xebitandin.” Her wiha hate diyarkirin ku, “Ji bo kar koçberiya ku li vê herêmê çêdibe û mezin dibe li çi herêmên cîhanê çênabe.”
Di rapora ku hate aşkera kirin ku, ev rewş di vê sala dawî de qat bi qat zêde bûye û bang hate kirin ku, ji bo di serî de dawî li vê dagirkeriya “zayendî” û sîstema “kalfa” ya bi zorê karkeran di hîmaya karsazan de ddin xebitandin reform çêbibe, hewildan bêne kirin.