6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dan Mahmût Demirel ê KCD’î
Ji aliyê daraza Tirk ve 6 sal û 3 meh cezeyê girtîgehê li endamê Meclîsa Hertimî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Mahmût Demirel hate birîn.
Ji aliyê daraza Tirk ve 6 sal û 3 meh cezeyê girtîgehê li endamê Meclîsa Hertimî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Mahmût Demirel hate birîn.
Rûniştina doza ku bi hinceta xebatên KCD’ê ya di derbarê Demirel de, li Dadgeha Cezayê Giran a 5’an a Amedê hate dîtîn. Demirel tevlî rûniştinê nebû, parêzerê wî Bayram Ozdemîr amade bû.
Ozdemir di parastina kirî de, diyar kir ku KCD platformek qanûnî ye û ev jî bi wê ve girêdayî ye, daxwaza beraetê kir.
Heyeta dadgehê bi sûçbariya “endambûna rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Demirel birî.