6 kesên 8'ê Adarê û Newroz pîroz kiribûn rastî 60 sal ceza hatin
6 kesên 8'ê Adarê û Newroz pîroz kiribûn rastî 60 sal ceza hatin
6 kesên 8'ê Adarê û Newroz pîroz kiribûn rastî 60 sal ceza hatin
6 kesên ku 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û 21'e Adarê Cejna Newrozê pîroz kirin rastî 60 sal cezayên girtîgehê hatin.
Li Îzmîrê 6 kesên ku 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û 21'ê Adarê Cejna Newrozê pîroz kirin, di 31'ê Gulana 2011'an de hatin binçavkirin û hatibûn girtin. 5'emin rûniştina doza 3 jê girtî 7 kesên ku xwendekarên zanîngeha Egeyê jî di navde hene li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê hat dîtin. Di rûniştinê de kesên girtî, parêzerên wan û malbatên wan amade bûn. Di runiştinê de parastin hat kirin û hat diyarkirin ku ev rojên fermî û taybet in û tevlêbûna van çalakiyan ne sûc e.
Piştî parastinê heyeta dadgehê der barê Murat Devran Makas, Remziye Polat û Leyla Yildiz de bi îdiaya "Endamê rêxistinê ne" û “Maddeya Teqemeniyê li ser xwe gerandiye ji bo her kesekî 12 sal û 6 meh ceza birî. Heyetê der barê Umut Yaşar, Burhan Kandemir û Kesip Rahat de jî bi îdîaya "Endamê Rêxistinê ne" ji bo her kesekî 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê bi tevahî 60 sal cezayê girtîgehê birî. Heyetê Ersin Ergul beraet kir.