6 girtî 15 rojin li dijî siyaseta Îranê di gireva birçîbûnê de ne
6 girtî 15 rojin li dijî siyaseta Îranê di gireva birçîbûnê de ne
6 girtî 15 rojin li dijî siyaseta Îranê di gireva birçîbûnê de ne
Li girtîgeha Benda 240 a Girtîgeha Ewîn nêzî 15 roje 6 girtî li dijî siyaseta rejîma Îranê ya darvekirinê di gireva birçîbûnê de ne.
Li gorî raporta Komeleya Mafê Mirov a Îranê 2 kesên bi navê Mamosta Kawa Weysî û Muxtar Rehmî di roja Çarşemê ji 9’ê ji Girtîgeha Recayî ya bajarê Kerecê şandine Benda 240 ya Girtîgeha Ewîn ya takekesî.
4 kesên din jî yên bi navê Kawe Şerîfî, Bihrûz Şae Nezerî, Talib Milkî û Şehram Ehmedî jî hola 10 ya Girtigeha Recayê ya bajarê Kerecê şandine girtîgeha Ewîn.
Çavkaniyekî agadar ji Girtîgeha Ewîn ragihand ku, ev 6 kes ta niha li Benda 240 ya Girtigeha Ewîn ya takekesî dimînin û nêzî 15 rojin dest bi gireva birçîbûnê kirine. Da diyar kirin ku, ev girtîgeh ne girêdayî Rêveberiya Girtîgehan ne, girêdayî Wezareta îtlaetê ye û wiha got: “Ji roja ew kesane hatîn girtin ta niha tenê carekê rêdaye wan bi rêya telefonê peywendiyê li gel malbatên xwe bikin.”
Heman çavkaniyê da diyar kirin ku, 6 kesên girtiyên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, malbatên wan di tirsin ku piştî heyva Muheremê darve bikin.