6’emîn Rojên Fîlmên Kurdî ya Hamburgê diyariyê şehîdên Parîsê hat kirin
6’emîn Rojên Fîlmên Kurdî ya Hamburgê diyariyê şehîdên Parîsê hat kirin
6’emîn Rojên Fîlmên Kurdî ya Hamburgê diyariyê şehîdên Parîsê hat kirin
Li bajarê Hamburg a Almanyayê 6’emîn Rojên Filmên Kurdî wê îsal ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez were pêşkêşkirin. Roja vekirina fimên Kurdî wê 16’ê vê mehê de saet di 18.30’an de li zankoya Hamburgê ji aliyê derhêner Omer Leventoglu ve bi despêkirina filmê ‘mavî Ring’ wê were destpêkirin.
6’emîn Rojên filmên Kurdî li Hamburgê, îsal ji bo bîranîna her sê jinên pêşeng yên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez dê pêk were. Amadekariyên wê ji aliyê Navenda Jinê ya Nujiyan û YXK ve tê organizekirin. Rojên Filmên Kurdî dê li bajarê Hamburg semta Sternschanze li sinemaya 3001’an were pêşkêş kirin. Wê têde 13 kurte film û belgefîlmên dirêj bên pêşkêşkirin.
Rojên Filmên Kurdî wê roja çarşemê 16’ê cotmehê de saet di 18.30’an de li Zankoya Hamburgê li salona Audimax bi tevlîbûna derhêner Omer Leventoglu bi filmê ‘Mavî Ring’ were destpêkirin. Her wiha wê pêşangeha wêneyên li ser berxwedana Rojava ku ji aliyê Weysî Altay ve hatiye amade kirin, werin pêşkêşkirin. Piştî wê jî hunermend Şengul Pak jî dê derkeve ser dîkê.
Endamê komîteya amadekar ya Filmên Kurdî Anja Flach, li ser 6’emîn Roja Filmên Kurdî wiha got: “ em dixwazin îsal pencereyek ji dîmenên Kurdistanê ji bo sînemahezên Hambûrgê nîşan bidin. Her çendî ziman û çanda Kurdî di bin zext û qedexeyan deye jî, lê dîsa di van salên dawî de derhênerên Kurd gelek film û belgesel amade kirine. Bê guman ev kar û xebat pêwîste weke berhemê têkoşîna bi dehan sale tê dayîn bête dîtin.”
Anja Flach di berdewama axaftina xwe de wiha got: “ Îsal wê roja filmên Kurdî li Hamburgê ji bo bîranîna hersê jinên pêşeng yên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parisê hatin qetil kirin,were pêşkêş kirin.” Her wiha Flanch diyar kir ku, eger dahatek ya van fîlmane çêbibe wê ji bo kampanyaya alikariya Rojava were pêşkêş kirin.
Filmên ku werin pêşkêş kirin evin: Qêrin, Faîlî Dewlet, Oxir Bê Birayê Min, Dengê Derî, Asya, Bekas, Ezman, Delikanlım İyi Bak Yıldızlara, Salpa, Qapsûl, Min Rastî Nivîsand – Deftera Lîceyê, Xal u Xwarzê ve Buka Baranê. Wekî mêvan jî Omer Leventoglu, Weysî Altay,Bîlal Bulut, Garip Çelik û Dilek Gokçin wê bejdari bikin.
Ji bo zanyariyên zêdetir serlêdana vê linkê bikin.
http://kurdischefilmtagehamburg2013.blogspot