5 kes ji ber çalakiyên ku bi zarokatî tevlî bûbûn hatin girtin
Li Edeneyê 5 kes, ji ber "çalakiyên ku bi zarokatî tevlî bûbûn" hatin girtin.
Li Edeneyê 5 kes, ji ber "çalakiyên ku bi zarokatî tevlî bûbûn" hatin girtin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li dijî gelê Kurd dewam dikin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de 14'ê Hezîranê di operasyonên qirkirina siyasî de 7 kes hatin destgîrkirin.
Kesên hatin destgîrkirin bi beşdariya li çalakiyên di dema zarokatiyê de hatin sûcdarkirin.
Dozgeriyê ew sûcdar kir ku di navbera salên 2011 û 2014'an de tevlî çalakiyên civakî bûne û îdîa kir ku "Bi navê rêxistinê çalakî kirine" û xwest bên girtin.
Dadgeriyê jî bi heman sûcdariyê biryara girtina 5 kesan da. 2 kes jî bi şertê 'kontrala edlî' hatin berdan.
Li bajêr di nava du hefteyên dawî de 17 kes ji ber di zarokatî de tevlî çalakiyên civakî bûne hatin destgîrkirin û 12 ji wan hatin girtin.