400 mîlyon zarok li hemberî xizaniyê têdikoşin
400 mîlyon zarok li hemberî xizaniyê têdikoşin
400 mîlyon zarok li hemberî xizaniyê têdikoşin
Li gorî rapora ku Bankaya Cîhanê weşandiye, di asta global de 400 mîlyon zarokên ku temenê wan di bin 13’î de ne li hemberî xizaniyê têkoşînê didin. Di raporê de hat diyar kirin ku 1.2 mîlyar mirov rojê tenê ji bo 1.25 dolarî têkoşînê dide.
Li gorî rapora ku ji aliyê bankaya cîhanê hatiye weşandin, hat destnîşan kirin ku di qada global de pirsgirêka xizaniyê bandorek mezin li ser zarokan dike. Di rojên borî de rapora ku di rayagiştî de hate weşandin li welatên kêm pêşketine de xizanî bandoreke mezin li ser zarokan dike û tabloyek reş radixe ber çavan.
Li gorî raporê 1.2 mîlyar nifûsek ku rojane xwedî dahatuyeke 1.25 dolariye, 400 mîlyonî wî yanî 3’an yek ji zarokên ku temenê wan di bin 13’yî de ye pêk tîne.
Rapora bi ser navê ‘Rewşa Xizaniyê’ hatiye amadekirin de tê gotin ku di navbera salên 1981’ê û 2010’î de welatên kêm pêşketîn de ji bo xizaniyê kêm bikin xebat meşandiye û van xebatan kêm be jî pêşveçûnek pêk aniye, lê îstatîstikan de tê gotin ku li welatên pêşve diçin de pêşveçûneke baş derketiye holê. Bi taybet li welatên havîn û başûrê Efrîkayê ji sedî 35’ê nifûsê li hemberî xizaniyê têdikole û di vê rewşê de herî zêde jin û zarok zirarê dibîne. Li cîhanê bi giştî trenda kêmbûna xizaniyê ji bo vê herêmê derbas nabe. Di nava 30 salên dawî de li welatên başûrê Efrîkayê nifûsa xizaniyê 103 mîlyon zêde bû.
Duyemîn welatê ku herî zêde qelebalixe yê ku xizaniyên bandor li ser kiriye Hîndîstane. Ji 3’an yek di nava xizaniyê de dijî û di nava îstatîstikên global de jî bandorek mezin dike.
Li gorî raporê xizanî li qadên çolterê zêdetire. Ji sedî 78’ê nifûsa xizan, kesên li qada çolterêne û li welatên pêşveçûyî jî ev rêje ji sedî 58’ê ye.
Di nava aliyê herî xizan de rêjeya jinan ji ya mêran zêdetire. Zarok jî li welatên ku pêşve diçe ji sedî 33’ye. Li welatên kêm pêşveçûne de jî nîvê nifûsa xizanin.
Piştî rapor hat weşandin, serokê Bankaya Cîhanê Jîm Yong Kîm daxuyaniyek da û diyar kir ku dibê zarok mahkumê jiyaneke, bê hêvî, bê perwerdehî û ji şert û mercên xizmeta tenduristiyê bêpar, neyê kirin û got ev daneyên derketine holê divê baş bên nirxandin.
Jong Kîm destnîşan kir ku ji meha tebaxa 2012’an heta niha li ser peywirê ye û got ji bo xizanî ji holê rabe rapor amade kiriye û got bi hedefa ku heta sala 2030’î xzianî bê kêmkirin divê her kes bikeve nava tevgerê.
Di nava hedefên Bankaya Cîhanê de tê diyar kirin ku rêjeya nifûsa xizan a cîhanê daxînin ji sedî 9’î.
XIZANÎ ZAROKAN DIKUJE
Bandora herî mezin ya li ser zarokan di qada xwedîbûn û xizmetên tenduristiyê de ye. Li gorî daneyên NY’ê di sala 2012’an de 6.6 mîlyon zarokên temenê wan di bin 5’an de ye ji ber xwedîbûneke nebaş û xizmeta tenduristiyê negirtine jiyana xwe ji dest dane. Nîvê van mirinan li Nîjerya, Kongo, Hîndistan, Pakîstan û Çînê pêk hatine.
Sedema mirina zarokan a sereke nexweşîne. Zarokên di bin temenê 5’an de ji ber zature, emel û hrw. di jiyana xwe ji dest didin.
Ev nexweşî rojê dibe sedema 6 hezar zarokî. Xwedîbûneke nebaş jî hema hema heman bandorê li ser mirinan dike.
Di serê mirinên zarokan de, welatê herî xizan yê mezin yê Afrîkayê, Nîjerya tê. Ji sedî 30’yê nifûsa mirinên zarokan li Nîjeryayê pêk tê û ji sedî 20 ji sitma û AIDS’ê pêk tê û ev jî girêdayê vîrusa HIV’ê ye. Li gorî daneyê NY’ê ji her 8 zarokên dimire yek Nîjeryayî ye.
Îstatîstik rewşeke gelek xerab nîşan dide, lê tê texmînkirin ku tablo xetertire. Îstatîstikên NY’ê tenê daneyên nîvê welatên cîhanê dihundirîne. Ji bo herêmên din tenên rêbazên modeleşmeyê tên bikaranîn.