40 rojan tundiya herî hov a li dijî jinê jiyan

40 rojan tundiya herî hov a li dijî jinê jiyan

Jinên ji Kobanê yên piştî demeke dîlgirtina di destê çeteyên DAIŞ'ê de rizgar bûn, bûyerên bi serê wan de hat, vegotin. Jinan diyar kirin, ku çeteyan her roj kêr didan qirika wan û li hemberî pêkanînên li derveyî mirovahiyê xwestine, xwe bikujin. Jin dibêjin, ku travmaya jiyane hînê nekarîne ji ser xwe biavêjin.

Îro wê li gelek deverên cîhanê jin, ji bo 25'ê Mijdarê roja têkoşîn û piştevaniya navneteweyî ya li dijî tundiya li hemberî jinê dakevin qadan û li dijî sîstema baviksalariyê çalakiyan lidar bixin. Li Rojhilata Navîn, keleha berxwedanê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê, ku tundiya herî barbar li hemberî jinê dikin, bû Kobanê. Şerê şervanên YPJ'yê yê ji bo tevahiya jinên cîhanê dimeşîne, dewam dike. Vegotinên jinên Kobanê yên ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûne, aliyê DAIŞ'ê yê dijminê jinê, careke din raxist pêş çavan.

'MIN DEVÊ ZAROKÊN XWE GIRT'

Dayika çar zarokan Cîhan Abdûllah, ku piştî çeteyan gundên li nêzî Mimbicê dagir kirin ji aliyê çeteyan ve hat revandin, anî ziman ku ji aliyê çeteyan ve hatiye lêpirsîn. Cîhan Abdûllah got, "Tevahiya malbata me dîl girtin û li Mimbicê xistin zîndanê. Li vê derê mêr birin aliyekî, jin jî aliyekî din. Destpêkê jinên bi çarşef hatin cem me û xwestin bi destê me bigirin, lê me destê xwe dirêj nekir. Heqaret kirin. Tevî ku dizanîbûn ku em Misilmanin jî, ji bo Misilmankirina bi zorê li hincetan digeriyan. Piştî jinan DAIŞiyên rî dirêj hatin. Di dema hatina wan de ez neçar dimam devê zarokên xwe bigirim. Em li wir gelekî ditirsiyan, ji ber ku dema zarokan bi israr bavê xwe dixwestin heqaret li zarokan dikirin û digotin, 'Hûnê hemû mezin bibin û bibin şeytan û li dijî me şer bikin'. Ji xwe keça min Bêrîtan timî dirûşma "Apo Apo Apê me ev wleat giş ê me" diqîriya. Min devê keçika xwe digirt. Piştre em berdan, lê hevserê min di zîndanê de ma. Eger ev çeteyên DAIŞ'ê li vir bibe hikumdar, divê jin hemû xwe bikujin. Ji ber ku ew dixwazin em bibin koleyên wan."

'MIN XWEST XWE BIKUJIM'

Sûzan Ehmed a 20 salî, ku di şeveke hevserê wê ne li malê bû de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat revandin, anî ziman ku 20 roj berî ji zîndanê bê berdan zarokek jê re çêbûye û anî ziman ku wê xwestiye di destê DAIŞ'ê de xwe bikuje. Ehmed got, "Dema çeteyên DAIŞ'ê avêtin ser gundê me, hevserê min çûbû nava bajêr. Tevî ku bi 8 mehan ez ducanî bûm, ez birin. Li cihekî ku min qet nedîtibû, ez avêtin zîndanê. Min hingî xwest xwe bikujim, lê min qet firsend nedît. Piştre kurek ji min re çêbû, îşkenceyek nikare were gotin bû. Tu li naverastê zarok tîne dinyayê û li ser serê te kesên dest bi çek û rî dirêj ên naşibin mirovan çekê didin serê te. Min hînê ew travma ji ser xwe neavêtiye."

'ZILMÊ LI JINÊN EREB JÎ DIKIN'

Mahabat Derwêş a 17 salî jî da xuyakirin ku dema ji aliyê çeteyan ve hat revandin, ew gelekî poşmam bûbû ku nekarîbû tevlî nav refên YPJ'ê bibe û got, "DAIŞ'ê ez û bavê min dîl girt. Bavê min avêtin zîndaneke din, ez jî li bodrûmeke jinên Ereb lê bûn, bicih kirin. Ez di nava wan de Kurd bûm, lê nêzî sed jinên Ereb bi tenê ji ber rûyê wan vekirîbû, dîl hatibûn girtin. Li cihê ev hovên ji xwe re dibêjin DAIŞ hebe, mafê jiyanê yê jinê tineye. Ne diket hişê min ku bi saxî bifilitim, lewma min dixwest di her kêliyê de bimirim û 6 rojan min qet xwarin nexwar. Piştî ku ji me re got, 'Ji ber ku bi qasî fîşekekê qîmeta we nîne, em ê we nekujin û we berdin' hingî min dest bi xwarinê kir. Lê her roj xençer didan qirika me. Ez gelekî ji xwe hêrs bûbûm ku çima tevlî nav YPJ'ê nebûme."