4 taxên din ên Mûsilê hatin rizgarkirin
Rayedarê hêzên Iraqê ragihand ku çar taxên din ên Mûsilê ji dest çeteyan hatine rizgarkirine û 270 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.
Rayedarê hêzên Iraqê ragihand ku çar taxên din ên Mûsilê ji dest çeteyan hatine rizgarkirine û 270 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.
Berpirsyarê operasyona hevbeş a hêzên Iraqê da xuyakirin ku bi piştgiriya balafirên şer ên koalîsyonê çar taxên din ên bajarê Mûsilê kontrol kirine û 270 çeteyên DAIŞ'ê kuştine.
Berpirsyarê operasyona hevbeş a hêzên Iraqê Ebdulemîr Reşîd Yarella got: "Bi piştgiriya balafirên şer ên koalîsyonê me karî taxa Rîfaq li eniya Rojhilat kêleka çepê rizgar bikin û çend amûrên wan têk bibin, 10 çeteyên DAIŞ jî bikûjin."
Yarella her wiha got: "Hêzên me, ji eniya başûr ber bi bakurê taxa Wehde ve bi pêş ve çûn. Taxa doktoran yek û doktoran du, taxa Firqan jî bi dest xistin. Pira çaremîn a li ser çar rêyê jî hatiye girtin û li wir jî 65 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin. Her wiha çend amûrên leşkerî jî hatine rûxandin."
Yarella da zanîn, li milê çepê yê baskê başûrê Mûsilê jî, hêzên wan yên Iraqî dest danîne li ser du nexweşxaneyên bi navê Selam û Şîfa û Kolêja doktorî. Her wisa beşek ji taxa Filîstîn û Domîz girtine û karîne 146 çeteyên DAIŞ’ê jî bikujin.
Di daxuyaniyê de tê gotin, li baskê bakurê bajar de jî hêzên wan ên Iraqî karîne êrîşekî DAIŞ’ê têk bibin û di encam de 26 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin. Li baskê başûrê rojavayê Mûsilê de jî 20 çete hatine kuştin. Nêzîkê gundê Paxîre jî êrîşek pêk hatiye.