4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dan derhênarên fîlîmê Bakur

Ji bo derhênerên Belgefîlîma Bakur Çayan Demîrel û Ertûgûrl Mavîoglû cezayê girtîgehê û qedexeya derketina derveyî welat lê hatin birîn.

Ji doza darezandina bi sûcê ‘propagandakirina terorê’ ya derhênerên belgefîlîma Bakur Çayan Demîrel û Ertûgûrl Mavîoglû 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hatin birîn.

Parêzaran di doza li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê pêk hat de axivîn. Parêzer Meral Hanbayt têkildarî biryara hatî dayîn ji ANF’ê re axivî û got: “Îro parastinên dawî nehatin girtin. Derbasbûna îstinafê heye, em ê nerazîbûna xwe li wir bikin.”

Hanbayat got: “Li aliyê din di warê Çayan Demîrel de bi awayekî vekirî ji sedî 90 rapora astengdariyê heye. Lê li vî welatî ti wateya hêviyê nemaye. Di qonaxa îstinafê de birayar zelal bibe wê her du jî biçin girtîgehê. Di vê pêvajoyê de eger hiqûq bê guhertin baş e, dîsa qonaxa darazê bê hê baştire, lê bi şeklekî din tenê girêdayî biryara ji îstinafê bê ne.”