4’mîn Paketa Darazê bû zagon

4’mîn Paketa Darazê bû zagon

Lijneya Giştî ya Meclisê pêşnûmeya zagona Mafên Mirovan û Azadiya Ramanê ku wekî "4'emîn Paketa Darazê" tê zanîn li meclisê erê kir û kirin zagon.

4'emîn Pakêta Darazê ku demek dirêje di rojeva Tirkiyeyê de ye û rastî bertekên saziyên sivîl û demokratîk tên ji aliyê meclisê ve hat erêkirin û bû zagon. Lijneya Giştî ya Meclisê pêşnûmeya zagona Mafên Mirovan û Azadiya Ramanê ku wekî "4'emîn Paketa Darazê" tê zanîn li meclisê erê kir û kirin zagon. Li meclisê hevdîtinên li ser xalên 1-14'an bi dawî bûn û pakêt hat erêkirin. Bi vê pakêta ku ji aliyê hikûmetê ve hat erêkirin dê di xala TCK'ê de kesên wekî "Li gel ne endamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kiriye" dê wekî "Endamê rêxistinê ye" bê cezakirin. Dîsa cezayê ji ber "endamê rêxistinê ye" ku nêvî bê daxistin dê tenê di derbarê endamên rêxistina çekdar de pêk bê. Dîsa kesên zerar dabe malê cemaweriyê û fesatî tevlî kar û barê malê dewletê kiribe dê di navbera 3 sal û 7 salan de bên cezakirin.

‘GIRTIYÊN 'KCK'Ê DÊ SÛDÊ JÊ NEGIRIN'

Wezîrê Dadê Sadullah Ergin, berî zagon di meclisê de derbaz bibe û bê erêkirin diyar kiribû ku girtiyên ji doza KCK'ê dê ji vê xalê sûdê negirin. Ji ber vê yekê 10 hezar girtiyên siyasî yên ji doza KCK'ê tên darizandin çiqas ji vê pakêtê sûdê bigirin bi fikare.