4. Kongreya Asayî ya DBP'ê dest pê kir
4. Kongreya Asayî ya DBP'ê bi dirûşma "Bi civaka ronîbûyî ber bi siberoja azad ve" dest pê kir.
4. Kongreya Asayî ya DBP'ê bi dirûşma "Bi civaka ronîbûyî ber bi siberoja azad ve" dest pê kir.
4. Kongreya Asayî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), li Neva Palas Otel a li Enqereyê dest pê kir. Kongre bi dirûşma "Bi civaka ronîbûyî ber bi siberoja azad ve" tê lidarxistin û ji bajarên Kurdistanê gelek delege û mêvan tevlî bûn. Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, parlamenterên HDP'yî, nûnerên ÎHD, KESK û Egîtîm-Senê jî di nava mêvanan de ne. Esmer Tûnç hevsera Mehmet Tûnç, Hanim Yavûzer dayika Mehmet Yavûzer ên li Cizîrê di dema qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest dan û malbata Sêvê Demîr a li Silopiyayê jiyana xwe ji dest da, tevlî kongreyê bûn. Jinên ji Kurdistanê hatine tevlî kongreyê bûne, bi kincên xwe yên Kurdî û dayikên bi xavikên spî yên sembola aştiyê ne, cihê xwe li refên herî pêş ên kongreyê digirin.
Li salona kongreyê de wêneyên Mehmet Tûnç, Pakîze Nayir, Sêvê Demîr, Fatma Ûyar, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Her wiha pankartên bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî", "Em bêdeng nabin, natirsin, hîn nabin", "Bi şoreşa jinê, ber bi xweseriya demokratîk ve" hatin daliqandin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Hevseroka Giştî, 72 hevşaredar û zêdeyî 4 hezar endam û rêveberên DBP'ê girtî ne.
Di kongreyê de wê bi yek lîsteyê hilbijartin were kirin û tê payin Sebahat Tûncel a ji 6'ê Mijdara 2016'an ve girî ye û Mehmet Aslan ji bo hevserokatiyê bên hilbijartin. Di kongreyê de wê lîsteyek nû ya ji 60 kesên di Meclîsa Partiyê û organên rêveberiyê yên partiyê de cih bigirin, bê destnîşankirin.
Kongre wê bi axaftina mêvanan, nîşandana sînevîzyonê, xwendina raporan û herî dawî bi hilbijartinê biqede.