Koma nijadperestan a ji 50 kesan pêk dihat, bi kêr, satore û çekên pompeyî êrîşî daweta kurdan kir û di êrîşê de 5 jê giran 15 kes birîndar kirin, ji koma êrîşkar jî 4 kes hatin binçavkirin. 4 êrîşkarên hatin binçavkirin serbest hatin berdan.
Li navçeya Zeytînbûrnû ya Stenbolê komek nijadperest êrîşî daweta kurdan kir û di êrîşê de 15 berbû birîndar kirin. Koma nijadperestan ku ji 50 kesan pêk dihat, li Salona Dawetê ya Yigitoglu ku malbata kurd a ji Kozluka Êlihê dawata xwe pêk dianî, saet di 22.00'an êrîşî dawetê kir. Koma nijadperestan ku bi kêr, satore, çiftê bi pompe û daran li ber çavê 20 polîsan êrîş pêk anî û 5 jê giran 15 kes birîndar kir.
Piştî koma ewil êrîş pek anî koma duyemîn bi dolmîşa plakeya wê 34 HR 0549 ya BMC hat ber salona dawetê û bi çifteyên pompeyî gule barand. Piştî bûyer bi dawî bû 4 kesên êrîşhat hatin binçavkirin. 4 kesên hatin binçavkirin piştî li Midûriyeta Polîsan a Zeytînbûrnû îfade dan serbest hatin berdan.
Şaka Komeleya Mafên Mirovan jî der barê mijarê de dê dest bi lêkolinê bikin û raporê amade bikin.