4 endamên HPC'ê şehîd bûn
Di êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de 4 endamên HPC'ê şehîd bûn. HPC'ê diyar kir ku di şerê li xeta Şehbayê de çete nekarîn bigihêjin armanca xwe.
Di êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de 4 endamên HPC'ê şehîd bûn. HPC'ê diyar kir ku di şerê li xeta Şehbayê de çete nekarîn bigihêjin armanca xwe.
Hêzên Parastina Civakî (HPC) yên Şehbayê li ser mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Di 30’ê Mijdara 2024’an de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên paramîlîter ên girêdayî wê hewl dan êrîşên berfireh bînin ser herêmên Şehba û gundewarên wê. Lê bi bersivdayîna Hêza Parastina Cewherî ya gelê Şehbayê pevçûn derketin. Di pevçûnên li pêş xeta Şehbayê û gundewarên wê rû dan de komên çeteyan negihiştin armanca xwe.
Di van pevçûnan de endamên Hêza Parastina Civakî ya Gelê Şehbayê Canyar, Sîpan û Cîhan bi lehengî şer kirin û tevlî karwanên nemiran bûn.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku endamê Hêza Parastina Cewherî ya gelê Şehbayê Şahîn Efrîn yê ji pêkhateya Ereb a herêma Efrînê, dema li ser wezîfeya xwe bû, 30’ê Mijdara 2024’an di encama qezayekê tevlî karwanên nemiran bûye.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: “Em rêhevalên xwe Şahîn, Canyar, Sîpan û Cîhan bi minet û rêzdarî bi bîr tînin û li hember bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin."