4'ê Nîsanê li Osloyê hate pîrozkirin
4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Norwêc Osloyê hate pîrozkirin.
4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Norwêc Osloyê hate pîrozkirin.
Meclîsa Gel a Osloyê û Komîteya Jinan, ji bo pîrozkirina 69. Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek organîze kirin.
Pîrozbahî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Osloyê pêk hat û gelek jin û zarok tevlî bûn.
Li dû deqeyeke rêzgiritnê Hevseroka NCDK a Osloyê Şîrîn Cizîrî axivî. Cizîrî bal kişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana wî ya bi salan a ji bo gelê Kurdistanê bi taybetî jinan.
Di pîrozbahiyê de stranbêj Welat Kobanê û Koma Huner a NCDK'ê ya Osloyê derketin ser dikê. Beşdar jî li ber stranên wan govend gerandin.