BI DÎMEN

4'ê Nîsanê li Krasnadarê hate pîrozkirin

Li bajarê Krasnadar ê Rûsyayê, bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahiyek hate lidarxistin.

Kurdistaniyên li bajarê Krasnadar ê Federasyona Rûsyayê, 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Şahî ji aliyê Komîteya Jinê ya Krasnadarê ve hate organîzekirin û li Mala Gel a Krasnadarê pêk hat.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê, endama rêveberiya Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê Dilbera Wekîl li ser wate û girîngiya rojê axivî û got, "AKP a faşîst û dewleta Tirk, di demên dawî de êrîşkariya xwe ya li dijî gelê Kurd zêde kiriye. Bi taybetî, bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dixwazin me hînî jiyanek bê Rêbertî bikin. Gelê Kurd li her qada jiyanê Rêberê xwe dijî û dide jiyîn. Li dijî vê polîtîkaya qirêj a AKP'ê û dewleta Tirk, pêwîste gelê me li her qada jiyanê hîn bêhtir xwedî li Rêberê xwe û tevgera azadiyê derkeve. Ji ber vê yekê, 4'ê Nîsanê ji bo me girîng e."

Piştî axaftinan, Aynûr Babayeva, Roj Azad û Evîndar derketin ser dikê û beşdaran li ber stranên wa govend gerandin. Pasta ji bo rojbûnê hate amadekirin jî ji aliyê zarokan ve hat birîn.