4'ê Nîsanê li gelek welatan hate pîrozkirin

Sala 68'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek welatên Ewropayê bi coş hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de bal hat kişandin ser girîngiya rojbûna Ocalan ji bo gelê Kurd.

Sala 68'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek welatên Ewropayê bi coş hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de bal hat kişandin ser girîngiya rojbûna Ocalan ji bo gelê Kurd.

GRAZ: Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, bi pêşengiya Komîsyona Jinê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Grazê, pîrozbahî hate lidarxistin. Beşdaran bal kişandin ser girîngiya rojbûna Ocalan ji bo gelê Kurd û gotin, li ku dibin bila bibin divê her kes ji bo azadiya Ocalan bikevin nava hewldanan.

VIYANA: Sala 68'an a rojbûna Ocalan, li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi coş hate pîrozkirin. Pîrozbahî ji aliyê Komeleya Jinên Kurd AVESTA ve hat organîzekirin û gelek jin û zarok beşdar bûn. Kurdistaniyên tevlî pîrozbahiyê bûn, li ber stranên Koma Rojava govend gerandin.

VÎLLÎERS-LE-BEL: Li banliyoya Vîllîers Le Bel a paytexta Fransa Parîsê, Tevgera Jinên Kurd û endamên Ciwanên Azad-Parîs li komeleya NCDK pîrozbahiyek organîze kirin. Endama TJK-E Nûda Navdar li vir axivî û got, "Rojbûna Rêber Apo rojbûna gelê Kurd ê welatparêz e. Em vê rojê week rojbûna gelê Kurd dibînin."

BASEL: Meclîsa Jinê ya Ronahî, bi wesîleya rojê li bajarê Basel ê Swîsreyê pîrozbahiyek lidar xist. Saloa pîrozbahiyê bi posterên Ocalan û balonan hat xemilandin. Her wiha balonên ku wêneyên Ocalan pê ve hatibû girêdan, hatin firandin. Kurdistaniyên li vê herêmê jî wêneyên Ocalan li şaneşîna malên xwe kirin û bi vî rengî 4'ê Nîsanê silav kirin. Pîrozbahî bi stranên hunermendên TEV-ÇAND'ê qediya.

ST. GALLEN: Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Asrîn Denîz, li bajarê St. Galle ê Swîsreyê pîrozbahî hate lidarxistin. Li dû nîşandana sînevîzyona li ser dîroka têkoşînê û jiyana Ocalan, koma tembûrê ya zarokan hunera xwe pêşkêş kir.

LÛZERN: Li Kantona Lûzern a Swîsreyê, li Navenda Civaka Kurd pîrozbahiya 4'ê nîsanê pêk hat û bi giranî jin û zarok tevlî bûn. Di axaftinan de hat ragihandin, di şexsê Ocalan de gelek ji nû ve zindî bûye.

BERN: Li ser banga Meclîsa Jinê ya Mizgîn, bi sedan Kurdistanî û dostên wan li NCDK a bajarê Bern ê Swîsreyê li hev civiyan û 4'ê Nîsanê pîroz kirin. Beşdaran diyar kirin, Ocalan 'ji nû ve zindî kiriye" û bal kişandin ser girîngiya jinan di nava têkoşînê de. Pîrozbahî bi stranên Koma Dengê Rojava û gerandina govendê qediya.

BÎEL: Li bajarê Bîel ê Swîsreyê, li ser banga Komuna Jinê ya Arîn Mîrkan, Ciwanên Azad û NCDK'ê bi dehan Kurdistanî li hev civiyan û 4'ê Nîsanê pîroz kirin.

FRÎBOÛRG: Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Frîboûrg ê Swîsreyê jî hat pîrozkirin. Li vir pasta rojbûnê hat birîn û pîrozbahî bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.

MONTPELLÎER: Jinên Kurd ên li bajarê Montpellîer ê Fransayê dijîn, ji bo pîrozkirina rojbûna Ocalan, şahiyek lidar xistin. Zubeyde Denîzhan li vir axivî û got, "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her wiha rêberê hemû şoreşgeran e. Bûye ronahiya hêviyê ji tevahiya Rojhilata Navîn re. Rojbûna wî rojbûn, hêvî û azadiya jinê ye."

MALMO: NCDK a bajarê Malmo yê Swêdê, bi heman armancê çalakiyek lidar xist. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl li vir axivîn û bal kişandin ser girîngiya Ocalan ji bo Kurdan û gelên bindest ên Rojhilata Navîn. Pîrozbahî bi gerandina govendê û qirîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" qediya.

STOCKHOLM: Li paytexta Swêd Stockholmê, li ser banga Yekîtiya Jinê ya Sara, li meydana Sergelê pîrozbahiyek hate lidarxistin. Jinan t-shîrtên bi nivîsa "Free Ocalan" li xwe kirin û xwestin, Ocalan bê berdan. Beşdaran bal kişandin ser girîngiya Ocalan ji bo azadiya jinên li Rojhilata Navîn. Çalakgeran her wiha belavok belav kirin û der barê tecrîda giran de agahî dan.

GOTEBORG: Însiyatîfa Jinê ya li bajarê Goteborg ê Swêdê, ji bo azadiya Ocalan çalakiyek lidar xist. Beşdaran mîna çalakgerên li Stockholmê t-shîrtên bi nivîsa "Free Ocalan" li xwe kirin û daxwaza azadiya Ocalan kirin.

GAVLE: Kurdistaniyên li bajarê Gavle yê li herêma Dalarna ya Swêdê dijîn, li navenda bajêr belavok belav kirin û der barê tecrîda li ser Ocalan û referandûma 16'ê Nîsanê de agahî dan.

ERÎVAN: Kurdistaniyên li paytexta Ermenîstan Erîvanê dijîn, li parka serketinê (Haxtanakî Zbosaygi) ya li taxa Manomentê ji bo pîrozkirina rojbûna Ocalan şahiyek lidar xistin. Şahî aliyê Kurdistan Komîte ve hat organîzekirin û ji Şêwra Kurdên Ermenîstanê û parlamenterê nû yê Ermenîstanê Kinyasê Hemîd axivî. Hemîd rojbûna Ocalan pîroz kir û got, "Em weke gelê Kurd 4'ê Nîsanê weke rojbûna xwe dibînin." Seroka Kurdistan Komîte Jinîka Qadir jî got, "Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd û jinên Kurd e." Dûre endamê Kurdistan komîte Davût Karasû peyivî û herî dawî pasta rojbûnê hat birîn. Pîrozbahî bi stranên hunermend Ferman Patîev, sazbend Nûrê Haciev û hunermendên herêmî qediya.