4'ê Nîsanê li Elmanyayê hate pîrozkirin
Bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek bajarên Elmanyayê pîrozbahî hatin lidarxistin.
Bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek bajarên Elmanyayê pîrozbahî hatin lidarxistin.
Pîrozbahî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), Tevgera jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), saziyên Êzidiyan û saziyên din ên Kurdan ve hatin organîzekirin.
DÛÎSBÛRG: Li bajarê Dûîsbûrgê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel pîrozbahiyek li NCDK hate lidarxistin û zêdeyî 300 Kurdistanî tevlî bûn. Ji Meclîsa Jinê Besra Ûzûn di destpêkê de axivî û piştre li ser navê TJK-E Medya Botan peyivî. Botan diyar kir, bi saya têkoşîna azadiyê ya Ocalan, Kurdistan îro azad dibe û ji bo referandûma 16'ê Nîsanê jî banga dayina dengê 'NA' kir.
HEÎDEKREÎS: Li bajarê Heîdekreîsê, Meclîsa Jinê ya Arîn û mala Êzidiyan a Heîdekreîsê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Gelek kes tevlî pîrozbahiyê bûn û beşdaran li ber stranên hunermendên herêmî govend gerandin.
EMMERÎCH: Li bajarê Emmerîchê, Meclîsa Emmerîch-Kleveyê bi çalakiyekê rojbûna Ocalanl pîroz kirin. Hevserokê Meclîsê Şafî Dag li vir axivî û diyar kir, rojbûna Ocalan roja vejîneke Nû ya li Kurdistan û Rojhilata Navîn e.
HAMBÛRG: Pêkhateyên Meclîsa Jinê ya Rojbîn, li Hambûrgê 4'ê Nîsanê pîroz kirin. Pîrozbahî li NCDK hate lidarxistin û Koroya Zarokan a Wînsen-Lûhe derket ser dikê. Qisekeran jî bal kişandin ser girîngiya jiyana Ocalan ji bo gelê Kurd. Piştre sînevîzyonek hate nîşandan.
DUSSELDORF: Pîrozbahiya li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê ji aliyê Însiyatîfa Jinê ya Dusseldorfê, komunên jinan ên Neûss, Krefeld, Grevenbroîch, Monchengladbach û NCDK ên Dusseldorf û Grevenbroîchê ve hate orgazekirin. Aktîvîsta TJK-E Zîlan Serhed li vir axivî û got, "Azadiya Rêberê me azadiya Kurdsitanê ye. Ji ber vê yekê, wezîfeya me hemûyan e ku ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin." Di pîrozbahiyê de bal hat kişandin ser referandûma 16'ê Nîsanê û ji hemû hilbijêran hat xwestin, ku berî li benda roja dawî bimînin, yekser biçin dengê xwe bidin.
BERLÎN: Pîrozbahiya li paytext Berlînê ji aliyê Meclîsa Jinê ya DESTDAN ve hat organîzekirin û tevî nûnerên NAV-DEM û PYD-Berlîn zêdeyî 150 kes tevlî bûn. Beşdaran gotin, dîlgirtina Ocalan dîlgirtina jinan e. Koroya Zarokan a NAV-DEM Berlînê jî stranên xwe yên li ser rojbûna Ocalan got.
HAGEN: Meclîsa Jinê ya Fîdan a Hagenê, li komeleya NCDK bi coşeke mezin 4'ê Nîsanê pîroz kir. Li dû nîşandana sînevîzyonê, beşdaran li ber stranan govend gerandin.
MANNHEÎM: Li bajarê Mannheîmê, Meclîsa Jinê ya Ronahî û Bêrîvan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pîrozbahî organîze kir. Pîrozbahî bi gerandina govendê heta derengiyê dewam kir.
HEÎLBRONN: Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Heîlbronnê jia liyê Meclîsa jinê ya Sevê Demîr ve hat pîrozkirin. Nûnera TJA-A Delal Rûber li vir axivî û qala têkoşîn û jiyana Ocalan kir.
FREÎBURG: Pîrozbahiya li bajarê Freîbûrgê jî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Nûda ve hate organîzekirin û zêdeyî 200 kes tevlî bûn. Beşdaran li ber stranên Şivan Rojava govend gerandin.
KASSEL: Kurdistaniyên li bajarê Kasselê dijîn, sala 68'an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Bi sedan kes tevlî pîrozbahiyê bûn û li ser jiyana Ocalan sînevîzyon hate nîşandan. Pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.