33 salin li dû kurê xwe ye

33 salin li dû kurê xwe ye

Dayik Elmas Eren ku ev 33 salin li kurê xwe Hayrettîn digere, tevî pirsgirêkên xwe yên giran ên tenduristiyê jî di salvegera windakirina kurê xwe de hat Meydana Şemiyê. Dayik Eren nekarî biaxive, lê bi bêdengiya xwe hesreta xwe ya ji bo kurê xwe û hêrsa xwe ya li hemberî dewletê vegot.

Dayikên Şemiyê ku cara 452. li Galatasarayê hatin cem hev, di salvegera 33. a windakirinê de li aqûbeta Hayrettîn Eren pirsîn.

ŞAHID Û DELÎL HEBÛN

Hayrettîn Erden li dû darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê di 21'ê Mijdara sala 1980 de li gel hevalên xwe li Saraçhane ya Stenbolê hat girtin û ew birin Qereqola Karagumrukê. Malbata wî ya çû qereqolê di deftera binçavkiriyan de navê wî dît. Polîsên li Qereqolê jî anîn ziman ku Hayrettîn û hevalên wî birine Şaxê Siyasî ya li Gayrettepe'yê.

Dayik Elmas Eren a çû Gayrettepeyê, wesayîta hevserê wê ya bi plakeya 34 F 6798 a kurê wê bikar dianî, li hewşa qereqolê dît. Lê jê re gotin ku 'di binê çavan de kesekî wiha nîne'. Dayik ji bo agahiyekê ji kurê xwe bigire acreke din çû Qereqola Karagumrukê, lê vê carê jê re gotin ku kurê wê bi ti awayî nehatiye binçavkirin. Di deftera fermî ya binçavkiriyan de rûpela navê Hayretîn Eren lê nivîsandî, hatibû jêkirin.

Pênc kesan şahidî kirin ku Eren hatiye binçavkirin, ew birine qereqolê, li şaxê siyasî îşkence lê hatiye kirin û hatiye lêpirsîn. Bi vî rengî gilî hat kirin. Malbatê di serî de MGK serî li hemû saziyên pêwendîdar da. MGK'ê ji bo serlêdana bav Kemalettîn Eren bersiva "Hayrettîn Eren nehatiye binçavkirin, lê tê gerîn" da.

WASIYETA BAV EREN

Bav Kemalettîn Eren ku emrê wî têra dîtına kurê wî nekir ji dayik Elmas û zarokên xwe re wasiyet kir ku dest ji lêgerîna Hayrî bernedin. Dayik Elmas Eren niha 80 salî ye. Ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê û temendirêjiyê ne dikarî beşdarî çalakiyan bibin, lê îro beşdarî çalakiya li Meydana Şemiyê bû. Dayik Eren nedikarî biaxive, lê bi bêdengî hesreta xwe ya ji bo kurê xwe û hêrsa xwe ya li dijî dewletê anî ziman.

Di axaftina li vê derê de ÎHD'ê got, "wasiyeta bav Eren, wasiyeta me ye."