33 roj derbas bûn rayedarên Fransî bê deng in

33 roj derbas bûn rayedarên Fransî bê deng in

Di ser qetilkirina 3 siyasetmedarên jin yê kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin re mehek derbas bû lê hêj daxuyaniyeke cidî nehatiye dayin.  Federasyona Komeleyên Kurd a Fransayê (FEYKA) ev rewş weke ‘Em naxwazin hêviyên xwe wenda bikin’ nirxandin.

Di ser qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de 33 roj derbas bû. Der barê komkujiyê de ji bilî girtina bersûc Omer Guney hêj pêşveçûneke cidî nehatiye dîtin. Ji komkujiyê û vir de mereqa herî mezin a kurdan eve ku agahiyên cidî yên der barê lêpirsînê de çima ji rayagiştî re nehatiye aşkerakirin.

Noqteya din ya ku balê dikişîne ser komkuijiyê eve ku di rojên destpêkê de yên omkujiyê de çapemeniya tirk û fransî teza ‘înfaza nava rêxistinê ye’ avêtibûn holê û piştî paşeroja bersucê sereke nîjadperestê tirk Omer Guney  derket holê ev tez terikandin.  Ev jî nîşan dide ku hêzên pişt komkujiyê tên veşartin.

PARÊZER JÎ LÊKOLÎN DIKIN

Dosyayên der barê komkujiyê de dane malbat û parêzerên wan û ev dosya ji hin parêzerên ku kurdan diparêzin re hatine şandin.

Serokê FEYKA’yê Mehmet Ulker der barê mijarê de diyar kir ku parêzer niha dosyaya lêpirsînê kontrol dikin. Ulker wiha got: “Parêzerên me dosya ji malbatên şehîdan girtin. Niha em lêkolîn dikin û hem jî agahiyan berhev dikin. Em jî li ser dosyayê sekinîne.” Ulker anî ziman ku rayedarên Fransayê ku lêpirsînê dimeşînin carna srî li agahî û nêrînên me didin û heta ku ji destê me û parêzerên me bê em agahiyê didin.

GUMANA KU HEMÛ AGAHIYAN NADIN

Ulker ku piştî komkujiyê hemû pêşveçûnan dişopîne wiha got: “Parêzer niha bi giştî nekarin agahiyan bidin. Tişta em dizanin eve ku, Omer Guneyê ku bersûcê sereke tê zanîn sûc nagire ser xwe. Em jî nizanin her îfadeyên ku çapemeniyê de der barê Guney de derdikevin rastin an na. dibe ku manîpulasyon be. Polîsê Fransî teqez dizane. An ji ber silametbûna lêpirsînê an jî ji ber sedemên din nayê nîşandan.”

FRANSA YÊN LI PIŞT GUNEY DIZANE

Ulker anî ziman ku ew êdî dizanin ku Omer Guney bi zanebûn xistine nava civaka kurd û got rayedarên Fransayê zêdetir agahiyan dizanin.  Ulker wiha pê de çû: “Fransa tiştên pişt Omer Guney dizane. Em behsa tiştekî li navenda Parîsê pêk tê dikin. Ev cînayateke siyasiye. Gotinên Huseyîn Çelîk ên roja ewil û beriya komkujiyê Tayyîp Erdogan jî gotibû Sakîne Cansiz li Fransayê ye, ev gumanan zêde dike.”

NÎJADPEREST DERKET, TEORIYÊN ‘ÎNFAZA HUNDIR’ KÊM BÛN

Ulker destnîşan kir ku di rojên ewil de çapemeniya tirk û fransî teoriyên ‘Înfaza navxweyîye’ avêtin holê û piştî ku berscu Omer nîjadperestê tirk derket, dest ji van teoriyan berdan û dest bi nûçeyên ne zelal kirin.  Gera Omer Guney ya Tirkiyeyê û îfadeyên endamê MÎT’ê Murat Şahîn jî tevli lêpirsînê bû.

KURD HÊVIYA XWE WENDA NAKIN

Ulker di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Kurd piştî komkujiyê ji bo komkujî zelal bibe serî li ser rê didin.  Em hêviyên xwe wenda nakin. Heta ku hêzên pişt komkujiyê aşkera nebe û daxuyaniyek cidî neyê kirin em dê çalakiyên xwe bidomînin.”

Wekê tê zanîn her çarşemî li ber Navenda Enformasyona Kurdistanê ku komkujî lê pêk hat çalakî pêk tên û ligel vê li bajarên cuda yên Ewropayê mîtîng û meş tên plankirin.