ANALÎZ

32 salên raperîna 15'ê Tebaxê -Selahattîn Erdem

Eşkere ye, berxwedanên xwerêveberiya demokratîk ên li Bakurê Kurdistanê di sala 32. a 15'ê Tebaxê de li ser bingeha berxwedanên Cizîr û Sûrê hatin meşandin, ji niha ve gelek encamên girîng ên siyasî, leşkerî û psîkolojîk derxistine holê.

Di ser pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxê sala 1984’an re 32 sal derbas bûn. Gelê Kurd, cejna nûvejîna neteweyî ya berxwedanê pîroz dike. Li her derê mîtîng, xwepêşandan û çalakiyên pîrozbahiyê tên lidarxistin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê silavkirin û di kesayetiya fermandarê gerîla yê nemir Mahsûm Korkmaz (Egîd) de tevahiya şehîdên têkoşîna azadiyê tên bibîranîn. Em jî bi vê mebestê cejna vejîn û berxwedanê ya gelê xwe pîroz dikin û di kesayetiya fermandar Egîd de tevahiya şehîdên xwe yên qehreman birêzdarî bibîr tînin. 
 
Gelê Kurd û dostên wî di vê 15’ê Tebaxê de, du cejnan bi hev re pîroz dikin. Hêzên Demokratîk yên Suriyeyê ku di navenda wan de hêzên YPG-YPJ’ê hene, di salvegera 32’an a raperîna 15’ê Tebaxê de mizgîniya rizgarkirina bajarê Minbicê dan gelê Kurd û gelên Suriyeyê. Êdî Minbic ne di destê çeteyên DAIŞ’ê de ye. Vê gavê li wir Hêzên Demokratîk yên Suriyeyê hene û gelên li Minbicê mîna ku ji nû ve hatibine dinê, dilşadiya xwe nîşanê cîhanê didin. Em şervanên azadiyê yên ku du cejn diyariyê me kirîn silav dikin û serketina wan pîroz dikin. Herwisa di kesayetiya fermandar Feysal Eb^y Leyla de tevahiya şehîdên Minbîcê bi rêzdarî silav dikin. 
 
Diyar e ku sala 32’an a 15'ê Tebaxê ji her demê dijwartir derbas bûye û bûye şahida destketinên dîrokî. Wek tê zanîn faşîzma AKP’ê li bakurê Kurdistanê di 24’ê Tîrmeha sala 2015’an de şerekî giştî yê taybet da destpêkirin, li dijî vî şerê qirêj, gelê Kurd berxwedana xwe ya sala 32’an jî bi serketina rizgarkirina Minbicê tacîdar kir. Êdî xeteke têkoşînê ya ji Cizîr û Sûrê heta serketina Minbîcê hatiye afirandin. 
 
Ti guman nîne ku sala 32’an a 15’ê Tebaxê li bakurê Kurdistanê di têkoşîna azadiyê de wek sala herî dijwar û birûmet derbasê dîrokê bûye. Herçiqas dagirkeriya hov û wehşî ya Tirk di bin serpereştiya AKP’ê de bajarên wek Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever û Şirnexê xerakiribe jî û bi sedan mirovên me qetilkiribe, bi ti awayî nekariye hêzên azadiyê û gelê Kurd teslîm bigire û îradeya wan bişkîne. Di serî de jin û ciwanên Kurd tevahiya gelê me,ji ber berxwedanên Cizîr û Sûrê serbilind, şanaz û bi hêvî li siberojeke azad dinêrin. Em ji ber berxwedana wan a qehremanî pêşengên gel yên wek Mehmet Tunç, Asya Yûksel û Pakîze Nayir bi rêzdarî bibîr tînin. Gelê me bi wan şanaz û serbilind e. 
 
Eşkere ye, berxwedanên xwerêveberiya demokratîk ên li Bakurê Kurdistanê di sala 32. a 15'ê Tebaxê de li ser bingeha berxwedanên Cizîr û Sûrê hatin meşandin, ji niha ve gelek encamên girîng ên siyasî, leşkerî û psîkolojîk derxistine holê. Îro ev encam’in ku bandorê li bûyerên li Tirkiye û Kurdistanê û wisa jî li berxwedana neteweya demokratîk dikin. Payebilindiya encamên ji wan geşedanan derketîn jî bi awayekî vekirî tên dîtin.  
 
Wê encamên herî zelal yên liberxwedanên xweseriya demokratîk piştre zelaltir bên dîtin. Herwiha bakurê Kurdistanê hatiye asteke wisa ku wê parçe parçe ji faşîzma AKP’ê bê paqijkirin û azadkirin. Dîsa encamên bingehîn yên liberxwedanên gel wê di pêvajoya li pêş me de bên dîtin û Bakurê Kurdistanê wê parçe bi parçe bête rizgarkirin, wê bibe navenda şoreşa demokratîk a li Tirkiye û li Rojhelata Navîn. 
 
Bandora hevreng jî bêguman wê azadkirina Minbîcê derxîne holê. Bi vê encamê ve êdî derfetên yek-kirina Kurdistana Rojava çêbûne û ji bo avakirina Federasyona Demokratîk a bakurê Suriyeyê jî merc kamil bûne. Em bawer in ku wê di pêvajoya li pêş me de gavên mijara gotinê bi lezgînî û bi bandor bên avêtin û Federasyona Demokratîk a Suriyeyê bê ku zêde dem bigire, bibe rastiyek ji rastiyên li Rojhilata Navîn. 
 
Bêguman em wek gelê Kurd û Bizava Azadiyê salvegera 33’an ya 15’ê Tebaxê bihêztir û bi îdiayên mezintir ve pêşwazî dikin. Guman nîne ku faşîzma AKP’ê wê êrîşên xwe yên topyekûn yên şerên taybet berdewam dike û wê bike jî. Şerê faşîst yê qirêj li her derê welêt belav dike û tevahiya derfetên xwe yên teknîkî bê kû ti qaîdeyê nas bike, bi awayekî wehşî û bêperwa bikar tînin. Kûçeyan ji holê radike, taxan xera dike û di her qadî de komkujiyên hovane pêktîne. Zext, teror, êşkence û girtin di asta herî bilind de ye. Bi rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re ev 17 meh’in hevdîtin nayên kirin.  
 
Guman nîne ku Rêveberiya Rewşa Awarte ya faşîzma AKP’ê di 20’ê Tîrmehê de îlan kirî, di bingeh de li dijî gelê me ye. Ji bo êrîşên bêperwa û hovane zêdetir bike, serî li vê rêbazê daye. Têkoşîna li dijî Fetullahiyan hincet û bahane ye. An jî beşeke piçûk ji êrîşên AKP’ê pêktîne. Êrîşa bingehîn li dijî gel û tevgera me ye. Çawa ku di 24’ê Tîrmehê de bi bahaneya şerê li dijî DAÎŞ’ê êrîşê tevgera me kir, niha jî bi bahaneya Fetullahiyan ve êrîşê gel û tevgera me dike.  
 
Em wek gel û tevger di vî derbarî de ti car di nav xeflet û şaşiyê de nebûne û emê nebin jî. Emê her gav komkujiya Tirk baş nas bikin û li dijî wê amade bin. Ev rewş, ji bo me derseke ji pêvajoya têkoşînê ya demên borî hatiye bidestxistin e. Lê di pêvajoya îro de rejîma komkujer a faşîst herçiqas bi tevahiya hêza xwe ve û bi hovane êrîş bike jî, em baş dizanin ku ev ne ji hêza wê, nexwasim ji zeyîftî û lawaziya wê encam dide, wisa jî di nav têkçûnê de ye.  
Bi awayekî vekirî tê dîtin ku dewleta Tirk û rêveberiya AKP’ê di nav têkçûn û pelişîneke bingehîn de ne. Di rastiyê de zeyîftirîn serdema xwe ya dîrokî dijîn. Dewleta Tirk a 93 salî ya li Lozanê hatî damezirandin têkçûye û jinûve-avakirin xwe li ser daye ferzkirin. Ev rastî bi hewldana cuntaya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê û bi cuntaya AKP’ê ya li piştî wê, bi awayekî vekirî hatiye nîşandayîn. Vê gavê rewşeke mîna serdema beriya peymana Lozanê li dar e. Dîsa şerê herî mezin li ser statûya Kurdistanê tê kirin.   
 
Di vê dema dijwar de Tayîp Erdogan û rêveberiya AKP’ê, MHP û CHP’ê jî girtine ba xwe, li ser xeta nijadperestî û olperesetî, dixwazin li ser bingeha dijminahiya Kurdan komara kevin restore bikin. Li ser dijminahiya Kurdan dixwazin komareke duyemîn damezirînin. Lê AKP, CHP û MHP bibin yek jî di roja me de ev lihevkirin pir lawaz e. Lewre şoven, nijadperest, faşîst, desthilatiya mêrî, tek-netewe û tek-mezhep-perest e. Ango karaktera xwe ya tekperestî ya netewe-dewletê yekser diparêze. Lê ya têkçûyî ev faşîzma netewe dewletê ye, li cihê ku ya kevin dipelişe, ne pêkan e mirov heman pergalê ava bike. 
 
Li aliyê din hêzên herêmî û yên global destek nadin avakirina pergalake wiha ya li Tirkiyeyê. Ev jî dibe sedem ku faşîzma AKP’ê û pergala Tirk bêtir lawaz bikevin. Vaye salvegera 33’an ya raperîna 15’ê Tebaxê bi rewşeke wiha lawaz û şerekî hundirîn ve tê pêşwazîkirin. Li hemberî vê, gelê Kurd û Bizava Azadiyê sala nû ya têkoşînê bêtir amade û bihêz pêşwazî dikin. Kongre û kombûnên pêwist hatîn kirin û ji aliyê rêxistinî ve rewşeke amadebûyî li dar e.  
 
Her wiha tevgera Azadiyê ya Kurd di salvegera 32’an a 15’ê Tebaxê de wê bi têkoşîneke mezintir ve raperînê li dar bixe û serketinê misoger bike. Wê destûr neyê dayîn ku rejîma AKP’ê pergaleke nû ya komkujiyê ava bike. Di vî warî de desteka MHP û CHP’ê jî wê nikaribe AKP’ê rizgar bike. Berevajî wê sala 33’an a têkoşînê bibe sala têkoşîn û serketinên girîngtir. Di vê salê de wê şoreşa azadiyê ya rojava pêş bikeve, federasyona bakurê Suriyeyê bê avakirin. Li aliyê din, wê li bakurê Kurdistanê têkoşîna xweseriya demokratîk geş bibe û gelek herêm bên azadkirin. Emcama van geşedenan de jî, wê rêber Abdullah Ocalan bigihîje mercên azad yên jiyan û xebatê.   
 
Zelal e ku Bizava Azadiyê Ya Kurd bi van mercan ve dikeve sala nû ya liberxwedanê. Ruhê raperînê ya 15’ê Tebaxê li ser vê bingehê riya pêkanîna wezîfeyan nîşan dide. Rastiya Rêbertiya ku li Îmraliyê li ber xwe dide, şehîdên me yên rojane yên qehreman, daxwaza azadiyê ya gelê me, tevahiya welatparêz û şoreşgeran vedixwîne vê têkoşînê. Herwiha wê di sala 33’an de jî, bi ruhê raperîna 15’ê Tebaxê ve xebat û têkoşîn bên kirin, wisa jî serketinên mezin bêne bidestxistin. 

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA