Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkiyeyê 3'yemîn Rojên Fîlmên Belgesela Mafên Mirovan pêk tîne. TÎHV di navbera 8-11'ê kanûnê de dê li Îzmîrê rojên filman pêk bine.
Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkiyeyê di navbera 8-11'ê kanûnê dê 3'emîn Rojên Filmên Belgesela Mafên Mirovan pêk bîne. TÎHV dê Rojên Filman li Navenda Çandê ya Fransiyan pêk bîne. Dê bi van rojan bixwaze balê bikşîne ser binpêkirina mafan û li hemberî mafên mirovan hîstewariyê ava bikin.
Di di rojên filman de kuştiyên nediyar, winda, bûyerên tarî û koçberî bên niqaşkirin û nirxandin. Dîsa dê têkoşîna li dijî HES'an bînin ziman. Di rojên filman de dîsa dê binpêkirinên li dijî zayendê û mafê zimanê zikmakî jî bê niqaşkirin. Di rojên filman de dê komkujiya Roboskiyê jî bînin ziman û filmên li ser binpêkirina mafan hatine kişandin bên pêşandan. Dê piştî filman derhêner Veysi Altay, Zeynep Oral, Osman Şîşman û Bîngol Elmas pişti fîlman gotubêjan bikin.