3 leşkerên li Colemêrgê ahtin binçavkirin hatin berdan
3 leşkerên li Colemêrgê ahtin binçavkirin hatin berdan
3 leşkerên li Colemêrgê ahtin binçavkirin hatin berdan
Li Colemêrgê, 3 leşkerên di çarçoveya lêpirsîna bûyera gulereşandina wesayîteke li nêzî gundê Dizê de ku welatiyê bi navê Yucel Ertûş û Çawişê Pispor Erhan Yurudur jiyana xwe ji dest dabûn, hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.
Li Colemêrgê di 7'ê Mijdarê de mînîbusek ji Çelê vedigeriya li nêzî Qereqola Dizê bi îdîaya li hişyariya "bisekine" guhdarî nekirine rastî gulereşandina leşkeran hatibû û di encamê de welatiyê bi navê Yucel Ertûş jiyana xwe ji dest dabû, çawişê pispor Erhan Yurudur ê li kêleka rê kontrol dikir miribû û Cemîl Korkmaz ê di wesayîtê debû birîndar bûbû.
Di lêpirsîna bûyerê de ji Qereqola Jendermeyan a Dizê 3 leşker hatin binçavkirin. Her sê leşkerên derketin pêşberî Dadgeha Ceza ya Sûlhê, li dû rûniştina yekemîn hatin berdan.