3 girtî hatin sirgûnkirin

TÛAY-DER Çûkûrova ragihand ku li 2 girtîgehan 3 girtiyên di greva birçîbûnê de sirgûnî girtîgehên cuda hatine girtin û înfaza Mehmet Darga yê 32 sal in girtiye hatiye şewitandin û ew xistine hucreya yekkesî.

Li girtîgehan zextên li ser girtiyên di greva birçîbûnê de didomin. Li gor agahiyên ku TÛAY-DER a Çûkûrovayê ragihandin, girtiyên di greva birçîbûnê de sirgûnî girtîgehên cuda hatine kirin.

Ridvan Îrme û Halîl Mûratoglûyê di Girtîgeha Tîpa L a Denîzliyê de sirgûnî Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê hatin kirin û Mehmet Erbey ê di Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê de jî sirgûnî Girtîgeha Bûca ya Îzmîrê hat kirin.

Ji xeynî vê li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê înfaza Mehmet Dargayê 32 sal in girtiye hat şewitandin û ew xistine hucreya yekkesî.