29 dosyeyên destlêndanê şandin meclîsê
23 heb jê derbarê parlementerên HDP’ê 29 dosyeyên nû yên destlênedanê şandin meclîsê.
23 heb jê derbarê parlementerên HDP’ê 29 dosyeyên nû yên destlênedanê şandin meclîsê.
Ji bo ku destlênedan were rakirin 29 fezlekeyên nû ji meclîsê re hate şandin.
23 fezleke derbarê 17 parlementerên HDP’ê ne.
Derbarê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz fezlekeyek hate amadekirin. Derbarê parlementerên HDP’ê Ayşe Surucu, Omer Ocalan, Tayîp Temel, Hişyar Ozsoy, Mîthat Sancar, Îmam Taşçier, Omer Farûk Gergerlîoglû, Berdan Ozturk, Gulistan Kiliç Koçyigît, Meral Daniş Beştaş, Feleknas Ûca, Nûran Îmîr, Sezaî Temellî, Huseyîn Kaçmaz, Mûrat Sarisaç, Garo Paylan û Habîb Eksîk fezleke hate amadekirin.
Derbarê parlementerê CHP’ê Aykût Erdogdû û Selîn Sayek, parlementerên serbixwe Mensûr Işık û Tûma Çelîk jî fezleke hatin amadekirin.