28'ê Nîsanê wê li Spanyayê hilbijartina giştî pêk were
Piştî ku pêşnûmeya budçeyê ya hikumeta hindikahî ya sosyalîst a Pedro Sanchez li parlamentê nehate qebûlkirin, biryar hate dayin ku hilbijartina giştî were kirin.
Piştî ku pêşnûmeya budçeyê ya hikumeta hindikahî ya sosyalîst a Pedro Sanchez li parlamentê nehate qebûlkirin, biryar hate dayin ku hilbijartina giştî were kirin.
Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez diyar kir, 28'ê Nîsanê wê hilbijartina giştî pêk were.
Rojek piştî redkirina pêşnûmeya budçeyê biryareke wiha hate dayin.
Sanchez Hezîrana 2018'an li şûna Marîano Rajoy ê mûxafazkar bûbû Serokwezîr.
Li gorî anketan, eger hilbijartin bê kirin ti partî wê piraniya dengan bi dest nexin.
Dengên PSOE ya sosyalîst gelekî kêm dibe, lê tevî vê yekê jî li pêş xuya dike.
Mûxafazakar, navendîparêz û rastgirên tund di encama hilbijartinê de dikarin hikumeteke koalîsyonê ava bikin. Sosyalîst jî bi rastgiriya navendî-lîberal Cîûdadanos jî dikarin hevkariyê bikin.
Li medya mûxafazakar, têkiliya hikumetê ya bi serxwebûnparêzên Katalan re gelekî dihate rexnekirin.
Sanchez Hezîrana 2018'an dema ku dest bi wezîfeyê kir bi serxwebûnxwazên Katalan ên li parlamentê re tifaq kir, lê ev tifaq di danûstandinên budçeyê de xera bû.