2795. salvegera damezranina Êrîwanê hat pîrozkirin
2795. salvegera damezranina Êrîwanê hat pîrozkirin
2795. salvegera damezranina Êrîwanê hat pîrozkirin
Li paytexta Ermenîstan Êrîvanê, ji ber salvegera 2795’an ya Erêbunê ( Êrîwanê) bi tevlîbûna hemû gelên li Ermenistanê dijîn şahiyek bi beşdariya 100 hezar kesan hate li darxistin.
Bi armanca pîrozkirina 2795. salvegera damezrandina bajarê Êrîwanê, bi beşdariya hemû gelên li Ermenîstanê dijîn şahiyek hat lidarxistin.
Di pîrozbahiya ku hemû netewe bi rengê xwe cih girtin de, Hevserokên Şewra Kurdên li Ermenîstanê Kirnasê Hemîd û Jînya Qasdir ji Şaredarê Êrîwanê re peyamek şandin û gotin, “Em li ser navê hemû Kurdên li Ermenistanê dijîn, damezrandina Êrîwanê di 2795. Salvegera wê de li hemû gelên li Ermenîstanê dijîn pîroz dikin. Em wekî gelê Kurd jî bi vê rojê gelek kêfxweş in û em coşa xwe bi were parve dikin.”
Ji ber ku ev roj wekî roja damezrandina Erêbûnê yanî Êrîvanê tê zanîn, her sal hemû gelên ku li Ermenîstanê dijîn, bi cil û bergên xwe yên netewî û hunera xwe ve bejdarî têde dikin. Îsal gelê Kurd yê li Ermenîstanê dijîn jî, bi cil û bergên xwe yên neteweyî û komek ji mûzîkê di şahiyê de beşdarî kirin.
Şahî bi amadebûna 100 hezar kesan ve hate lidarxistin û heya derengiya şevê konser û çalakiyên hunerî hatin nîşan dan û gel li ber dengê mûzîkê coşiya. Di dawiyê de jî bi fîşekên hewayî şahî bi dawî bû.
Hêjayî gotinê ye ku li Ermenistanê 12 neteweyên ji hev cuda dijîn.