27'ê Mijdarê li Rûsyayê hat pîrozkirin

Kurdistaniyên li Novoaleksandrovkî dijîn, salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Kurdistaniyên li Novoaleksandrovkî yên bajarê Stravrapol ê Federasyona Rûsyayê dijîn, bi şahiyekê sala 40. a PKK'ê pîroz kirin. Pîrozbahî ji aliyê Otonomiya Çanda Kurd ve hate organîzekirin û tevî rêveberên meclîsa navçeyê, nûnerên gelên cuda jî lê amade bûn. Şeva li Salona Konserê ya Çand û Hunerê ya Novoaleksandrovkî, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.

Piştre sînevîzyona li ser têkoşîna PKK'ê hate nîşandan û dûre Hevseroka Otonomiya Çanda Kurd a Novoaleksandrovkî Nazê Bazoyeva li ser girîngî û wateya rojê axivî.

Bazoyeva got, "Ya ku îro em li hev civandiye, hêza PKK'ê ye. PKK'ê di dîroka gelê Kurd de mohra xwe danî binê gaveke nû û hemû Kurdên li çar aliyên cîhanê belav bûn kir hêzek. Lewma, gelê Kurd xwedî li PKK'ê derket û weke parçeyek ji xwe dibîne. Tiştekî rûreşî ye ku gelek welatan partiyeke bi vî rengî xistine lîsteyên xwe yên 'terorê'. Welatên navborî ji ber ku xwe ji vîna gelê Kurd vedigirin, hewl didin pêwendiya tevgera gel bi terorê re deynin. Çawa ku gelê Kurd heta roja îro xwedî li PKK'ê derket, wê ji niha û pê ve jî xwedî li Rêberê xwe û PKK'ê derkeve."

Piştî axaftinan Peywan Arjîn, Azad Bedran, Berfîn Mamedova, koma govendê ya zarokan û hunermendên herêmî derketin ser dikê û Kurdistaniyan li ber stranên wan govend gerandin.