27’ê Mijdarê li Den Haag û Dortmundê hate pîroz kirin

27’ê Mijdarê li Den Haag û Dortmundê hate pîroz kirin

35’mîn salvegera damezirandina PKK’ê li bajarê Hollanda Den Haag û li bajarê Almanya Dormundê bi şahiyekê hate pîro zkirin

Kurdên li Hollandayê jiyan dikin,  ji bo pîroz kirina 35’mîn salvegera damezirandina PKK’ê di demjimêrên sibehê de ji bajarên cûda ketin rê û ber berê nîvro gihan Rijswijk cihê şahiya şevê lê bê kirin. şahiya ku piraniya wê ciwan beşdarbûn de piştî rêzgirtinê, bi stranê hunermendên herêma Den Haagê û koma folklorê berdewam kir.

Şahiya ku di demjimêr 14:00’an de li salona Rijswijk Event Plaza destpê kir, hunermenda Kurd Sakîne Karakoçan jî weke axaftinvan beşdar bû. Di axaftina xwe de got: “Ez 35’mîn salvegera damezirandina PKK’ê li Rêbertiya me, dayîkên Kurd, şehîdan û hemû gelê me pîroz dikim.” Karakoçan behsa ji bo Kurdan girîngiya 35 salên dawî kir. Karakoçan da diyarkirin ku, gelê Kurd yê ku ber bi tunebûnê ve diçû, PKK’ê ew zindî kir û anî rewşeke ku ji bo azadiya xwe têkoşînê bike.

Karakoçan anî ziman ku, li Rojava gelê Kurd, bi jinê xwe ve, ciwan, kal hemû kes ji bo azadiya xwe têkoşînê dide û berxwedana gelê Rojava silav kir. Karakoçan hilbijartinên herêmî ên li Tirkiyeyê jî nirxand û bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kirk u, di mijara hilbijartinan de hişyarbin û di heman demê de beşdarî pêngava avakirina jiyana  azad û rizgariya demokratîk bibin.

Di şahiya ku bi slogana “Silav li şoreşa Rojava” pêkhat de, salon bi alên PKKê, wêneyên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn, pankart û flamayan hate xemilandin. Koma Berxwedan ya binav û deng ya Kurdan şevê derkete ser dikê û bi stranên gotin coşek mezin dane jiyankirin. Şahî bi govend girêdanê bidawî bû.

DORTMUND

Li bajarê Dortmund ê Almanyayê jî 35’mîn salvegera damezirandina PKK’ê bi şahiyek ya şevê hate pîroz kirin. Di axaftinên şev hatîn kirin de hate gotin ku, PKK’ê careke din gelê Kurd anîne ser rûyê dîrokê.

Di şahiya şevê din de 2 hezar kes beşdarbûn. Şahiya ku bi Ey Reqîbê destpê kir, li salonê li gel wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, posterên kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane û alên PKK’ê hatin hilawistin. Di axaftina vekirinê de Serokê Meclisa Gel ya Dortmundê Medenî Ak axivî û balkişande ser ku li Kurdistanê şoreşeke din pêkhatiye û got: “ bi Têkoşîna 35 salan careke din gelê Kurd derketiye ser dika dîrokê. Eger îro gelê Kurd li çar perçeyan destkeftiyên mezin hene, bi sala têkoşîna 35 salan e.”

Piştî wê Hevserokê Federasyona Komeleyên Kurd ên li Almanyayê (YEK-KOM) Yuksel Koç jî balkişan deser ku, di têkoşîna 35 salan de gelek bedelênmezin hatine dayîn û ev tişt anîn ziman: “ Têkoşîna ku gelê Kurd daye meşandin, di serî de ji bo gelên Rojhilata Navîn û hemû gelên cîhanê ên blindest bûye çavkaniya hêviyê. Ev bi felsefeya Rêber Apo li Rojava hatiye çespandin.” Koç di axaftinên xwe de da diyarkirin ku, di encama destpkeftiyên 35 salan ya PKK’ê de Rojava jî yek ji berhemên wê ye û bang kir ku, xwedî li vana derbikevin.

Komeleya Elewiyan ya Dortmundê DAKME jî peyamek şand şahiyê û 35’mîn salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir. di şeva ku dîroka PKK’ê di sînevîzyonê de hate pêşandan, hunermend Rotînda, Şengul Pak, Koma Dengê Çiya û Sîpan Havîn derketin ser dike. Di şevê de koma folklore jî derket û ciwana heya direngiya şevê bi stranên hunermendan re govend girêdan.