27’ê Mijdarê li Almata hat pîrozkirin
37. salvegera damezrandina PKK’ê bi şahiyekê ve li Almata hat pîrozkirin.
37. salvegera damezrandina PKK’ê bi şahiyekê ve li Almata hat pîrozkirin.
37. salvegera damezrandina PKK’ê bi şahiyekê ve li Almata hat pîrozkirin.
Kurdistaniyên li bajarê Almata yê Kazakîstanê dijîn, bi şahiyekê ve 37. salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin. Şahiya ku li salona Mala Çandê ya Almata hat lidarxistin, saet di 16:00 de despê kir. Şahî ji hêla Koma Kurdistan û Seyîd Çeto ve hat organîzekirin.
Di şahiyê de li ser wate û girîngiya rojê axaftin hatin kirin. Piştî axaftina hunermendên Koma Kurdistan, Diyar Gasanov û Îsa Broyev derketin ser dikê û stran gotin.
Şahiya ku gelek Kurdistanî beşdar bûn, bi gerandina govendê heya derengê şevê berdewam kir.