24 çete li Qamişlo hatin girtin

24 çete li Qamişlo hatin girtin

Li bajarê Qamişlo 24 çeteyên komên veşartî yên girêdayî DAIŞ'ê hatin girtin. 

Li bajarê Qamişlo ji aliyê hêzên asayîşa Rojavayê Kurdistanê komên veşartî yên çeteyên DAIŞ'ê hatin tespîtkirin. Hêzên Asayîşê li hemberî van çeteyan operasyonek destpê kirin. 

Beriya ku operasyon destpê bike 24 çeteyan xwestin birevin û hewl dan ku sînorê di navbera Bakûr û Rojavayê Kurdistanê de derbas bikin. Ev çete li ser sînor ji aliyê hêzên Asayîşê ve hatin girtin.